Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hejmara duym a Kovara Botan Timesê derketiye.
Kovar heftane ye û nûçeyên siyasî, çandî, hunerî yên wê hefteyê yên di malpera Botan Timesê de hatine weşandin di kovarê de cih digirin.
Kovara Botan Timesê hejmara xwe ya yekem hefteya borî derxistibû.
Di hejmara duyem de hevpeyvîn û nûçeyên ji mijarên cûr be cûr hatine weşandin. Di berga Kovarê de nûçeya Berîl Caymazê hatiye bicikirin. Caymaz bi malbateke kobanî re axiviye ku di dema êrîşên DAIŞê de ji Kobaniyê reviyaye. Gulistan Korbanê hevpeyvînek bi Serokê rêxistina bajarê Amedê yê Partiya Saadetê re kiriye û di kovarê de ev hevpeyvîn hatiye weşandin.
Hevpeyvîna Mûrat Bayramî ya Hêja Netirkê û sê hevpeyvînên din yên Bayramî kirine li gel komeke din nûçe û hevpevyînan di vê hejmarê de hene.
Heman naverok bi heman rengî bi Ingilîzî jî hatiye çapkirin.
Kovara Botan Timesê, kovareke dijîtal e û yek ji weşanên Botan Internationalê ye.
Ji bo kovarê, bitikîne
(FD)