Hejmara hilbijêrên Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê hat aşkere kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku hejmara dengdêrên Herêma Kurdistanê ya ji bo hilbijartina Parlamentoyê zêdetirî 3 milyon û 789 hezar dengdêrane û got:
“Heta niha 2 milyon û 901 hezar dengdêr kartên xwe yên biyometrîk derxistine.”
Amadekariyên ji bo lidarxistina hilbijartina qonaxa şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku biryare di 20ê Cotmehê de were lidarxistin, berdewamin.