Hejmara 93an a Kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên Anatoliyê Bîrnebûnê derket. Di vê hejmarê de nivîsên cûda-cûda yên ji gotar, hevpeyvîn, çîrok û helbestan pêktên hene.
Redaksîyona kovarê di vê hejmarê da daxuyanî da ku du hevkarên wan ên hêja wenda kirin. Her weha redaksiyonê daye zanîn ku Dr. Mem Xelîkan, welatparêz, xebatkarê zimanê kurdî, şaîr û nivîskarekî kovara Bîrnebûnê yî bi qîmet. Ji destpêka derketina kovarê heta dawî yek ji hevkarên herî aktîv bû. Di 21ê Tîrmehê 2025an de çû ser dilovanîya xwe.
Mecît Çiftçî jî Di sala 1985an de wek penaber hat Swêdê û ji 1988an heta roja nexweşbûna xwe di Çap û Weşanxaneya APECê de kar dikir. Xebat û kedeka wî ya mezin di weşandina gelek kitêbên kurdî û kovara Bîrnebûnê de heye. Yek ji endamên damezrênerên Weqfa Kurdên Anatoliya Navîn bû. Di 19ê Gulanê 2025an de çû ser dilovanîya xwe.
Her wiha, wekî Prof. Dr. Haci Akman, Muzaffer Özgür û Mehtab Îdelî bi lêkolînên xwe yên li ser çand û dîroka kurdî beşdar bûn.
Bîrnebûn di sala 1997an de li Almanyê ji aliyê komek rewşenbîrên kurd ve hat damezrandin û piştî du hejmaran di bin Weşanxaneya APECê li Swêdê weşana xwe didomîne.
Kovar 28 sal in xizmeta kurdî dike û armancên wê ev in:
- Lêkolîn û belgekirina dîrok, folklor û devoka kurdên Anatoliyê,
- Eşkerekirina çavkanî û agahiyên ku heta niha nehatine vekolîn,
- Veguheztina çavkaniyên devkî ji nifşên berê.
Kovara Bîrnebûnê yek ji platformên herî girîng ên çandî yên kurdî ye û bi taybetî li ser çand û dîroka kurdên Anatoliyê disekine.
Derbarê Kovara Bîrnebûnê de
Komek rewşenbîrên ji kurdên Anatoliyê, li Almanyayê li ser derxistina kovarekê li hev kirin û li Newroza 1997an de bi hejmara yekem a Bîrnebûnê derketin pêşberî xwendevanên xwe.
Kovarê ji hejmara duyemîn bi şunda di bin Weşanxaneya Apecê li Swêdê dest bi weşanê kir.
Bîrnebûn bi sernavê “kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliyê” derdikeve û heta niha di derbarê kurdên Anatoliyê de gelek çavkanî weşand. Dîrok, civaknasî, erdnîgarî, etnolojî, folklor û devoka kurdên Anatoliyê; eşkerekirina belge û agahiyên ku heta îro nehatine vekolîn û veguheztina çavkaniyên devkî ji armancên herî girîng ên kovarê ne.
Di kovarê de dîrok, wêje, kurteçîrok, çîrok, helbest, şano, folklor, efsane û wergerên li ser kurdên Anatoliyê cîh digrin.
Nivîskarên Bîrnebûnê di kovarê da li ser lêkolînên çandî, dîrokî û edebî disekinin. Ji ber vê yekê kovar, di çerçoveya prensîba bêalîbûnê de tê çapkirin. Ev yek jî di hejmara “Destpêk” a hejmara yekem a kovarê de, ku li ser dîrok û çanda kurdî radiweste, hatiye teqezkirin.
Her wiha heta niha gelek nivîskaran di kovarê de cîh girtin û gelek nivîs, hevpeyvîn û nûçe amadekirin.
Ji destpêkê da heta îro wek Nebî Kesen, Nuh Ateş, Ali Çiftçi, Seyfi Dogan, Fikret Yıldız, Muzaffer Özgür, Mem Xelikan, Berivan Keskin, Mehmet Bayrak, Rohat Alakom, İhsan Türkmen, Mehtab İdeli, Altun Başaran, Osman Alabay (Curukî), İrfan Baysal, Bekir Darî, Hacı Erdoğan, Vahid Duran, Amed Tigris, Mahmud Lewendi, Memê Hilkecikî, Hesenê Metê, Neçîrvan Qilorî, Memê Mala Hine, Prof. Dr. Haci Akman, Xizan Şîlan, Yusuf Yeşilöz, Yusuf Polat, Ecevit Yıldırım, Memduh Selim, Nesrîn Bayram, Fatoş Koyuncuer, Mille Evindar, Mistoyê Heco, Adem Özgür, S. Erdem, Enes Rojvan, Bilal Celebli, Hizir Akbîna û gelek kesên din di kovarê da cîh girtin.

