Hejmara 7an a kovara Bernamegehê derketiye. Bernamegeh kovareke çandî û edebî ye.
Di vê hejmarê de Îkram Ogûzî nivîsek li ser zarokatiya xwe û dengbêjên bavê xwe kiriye.Occo Mahabadî behsa damezrandin û pêşketina çapxaneyên kiriye. Nîhat Gultekînî bala xwe daye li derdora Çiyayê Elegezê û rewşenbîr Maksîmê Xemoyî. Lokman Polatî bi pirs û vegotinan di edebiyatê de mijara trajedî, romantîz û erotîzmê hildaye dest.
Ji bilî van nivîsan bi dehan nivîsên li ser edebiyat, çand, dîrok û jiyana kurdan di vê hejmarê de çap bûne.
Ji bo hejmara 7an a Bernamegehê, bitikîne
(FD)