Kovara Destarê a wêjeyî bi hejmara xwe ya 6an a demsala payîzê çap bûye.
Kovara Destar ku bi dirûşma ‘Destarê Kurd-î Hûr dihêre’ dest bi weşanê kiribû sê mehan carekê wek kovarpirtûk derdikeve. Kovara ku bi vê hejmara xwe ya nû ya ji 176 rûpelan pêk tê, di gelek beşên cuda de cih daye nivîsan.
Di hejmara 6an a kovarê de, 42 nivîskar û helbestkarên kurd, di beşên 'Destarê Kurmancî', 'Destarê Kirmanckî' û 'Destarê Soranî' de nivîsên lêkolîn, vekolîn, nirxandin û dahûrandinên teorik, ramanî û zanistî nivîsandiye.
Hejmara 6an a kovarê, ji bo balê bikişîne ser têkoşîna jinan a li gelek deverên ku kurd lê dijîn, di bergê de wêneyên Jîna Emînî û Nagîhan Akarselê û nivîsa “Jin, Jiyan, Azadî” bikar aniye.
Kovarê di vê hejmara xwe de bi dirûşma "Dem dema wêjeya kurd-î ya şoreşger û xwebûnsaz e" naveroka xwe diyar kiriye. (FD)