Hejmara 6an a kovara Folklora Me hatiye weşandin. Di vê hejmara kovarê de du jê bi kirmanckî, 21 bi kurmancî li ser hev 23 nivîsên li ser folklorê hene. Her bîst û sê nivîs jî bi alfabeya latînî hatine amadekirin.
Ji van bîst û sê nivîsan yek jê xebateke arşîvê ye. Folklornasê kurd Ebdulreqîb Yûsifî îsal arşîva xwe neqilî ser înternetê kir û bi hezaran rûpelên folklorîk li benda mereqdar û lêkolînerên folklorê ye. Hêmin Omar Ahmad ji bo giringî û balkişindina vê arşîvê berhevdana Mela Xelefê Bafeyî -Mela Xelef li ser daxwaza Ebdulreqîb Yûsifî bi salan li nava kurdên bakûrî berhevkarî kirîye- latînîze kiriye.
Di nivîsa xwe ya kirmanckî da Perîhan Kayayê qala xwarina “gebolî”yê kirîye û berhevkarê Sêwregî Yakup Taşçiyî jî çîrokek ji dapîra xwe qeyd kirîye û peşkeş kiriye.
Ji Herêma Torê, Nasir Torî bi meselokekê; ji Farqînê, Sosina Farqînê bi çîroka Sî Ahmedê Silîvî û Xecê; ji Şemzînanê Jîyan û Rojdayê bi xwarina “rişterûn”ê; ji Pasûrê Ayela Zartoyê bi lêkolîneka li ser pincara gûlikê; Ji Agirîyê Fatma Şahînê bi ferhenga tematîk ya ajeldarî û cotkarîyê navê xwe xist nava lîsteya nivîskarên Folklora Me.
Şoreş Reşî, Nîhat Oner û Arxa Makûyî ketine nava rûpelên dîrokê û toz û gemara li ser bûyer û geşedanan xepartine. Yekî, berê xwe daye bûka welatê me Efrînê, yekî berê xwe daye Deşta Rewanê û li ber çemê Erezê konê xwe vedaye, yekî jî berê xwe daye warê Emirxanê Lepzêrîn Urmîyeyê.
Mihemed Selîm Bedirxan bi salan e ketîye pey helbesteka gelêrî ya qetqetî. Di nivîsa xwe da wî hem qala serhatîya xwe û peydakirina van varyantan kirîye û hem jî di dawîyê da parçeyên qetqetî kirine yek û helbesteka gelêrî tanzîm kirîye.
Feray Olçerê berê xwe daye motîfên çîrokekê û Bahoz Baranî jî qala motîfa kerê kirîye di nivîsa xwe da. Egîdê Fêro, li ser meseleyeka giring -topomomî- gotareka hêja û bikeys nivîsîye. Wî berê xwe daye Fêrgaya Silopyayê, ji kal û pîran navê kanî, gol, gerav, çem, mil, zevî, cîm, pal, şikeft, rê, rêbar, dehl, teht û zinaran pirsîye û wî ew li gor zanista toponomîyê senifandine. (FD)