Hejmara şeşan a e-kovara bi navê Bernamegeh, derketiye. Di vê hejmara kovarê de tevlî gotaran, çendîn çîrok û helbest jî hene.
Occo Mahabadî di vê hejmarê de bi nivîsa xwe ya bi navê “Sê Nifş, Sê Den, Sê Jiyan”ê behsa malbateke dengbêj dike. Mahabadî berê xwendevanan dide li ser denbgêj Mihemedê Siloyê Miho, kurê wî, dengbêj Mecîdê Silêman û keça wî, hunermend Sîsa Mecîdê.
Di vê hejmarê de berhevkar û nivîskar Nîhat Gultekîn ketiye li pê şopa kesên di dema Serhildana Agiriyê de hatine desteserkirin û li Girtîgeha Edeneyê hatine darvekirin. Gultekînî nivîsa xwe bi sernavê “Kurdên ku li Girtîgeha Edenê Hatine Darvekirin” nivîsandiye.
Di vê hejmarê de her weha Îkram Ogûzî çîroka dengbêj Şêx Silê ango Şêwî Siloyî, nivîsa Soran Hemereşî ya bi navê “Kurd Mîtrayî /Mîsrayî Bûn?”çendîn çîrok û helbest hatine weşandin.
Ji bo tevahiya e-kovarê, bitikîne
(FD)