Hejmara 5emîn a kovara “Sînemaya Serbixwe”yê piştî 7 mehan, hatiye weşandin. Kovar bi formata dijîtal û weke pdf tê weşandin.
Di vê hejmara nû da, bi du zaraveyên Kurdî (Kurmancî û Zazakî) nivîs û gotar, nûçe û naverokên sînemayê cih girtine. Di kovarê de nivîsên li ser sînemaya Nûrî Bîlge Ceylan, Hesen Demîrtaş, Lars Von Trier û çendên din.
Nivîsa Edîtorî
"Xwîner û sînemahezên hêja, em weke kovara “Sînemaya Serbixwe” bi hejmara xwe ya nû li pêşberî we ne. Di rûpelên hejmara pêncemîn a “Sînemeya Serbixwe” de dîsa nivîs û naverokên têr û tijî cih digirin.
Herr Mannelig, Dîlek Durgun, Mela Mihyedîn, Remezan Haydaroglû, Rûmet Med, Welat Ramînazad bi nivîs, gotar û hevpeyvînên xwe reng dane hejmara nû ya kovara me. Her wiha di vê hejmarê de; nûçe, portre û naverokên sînemayê jî hene.
Helbestvana mezin Furûx Ferroxzad dibêje; “Sînema ji bo min şêwazeke derbirinê ye. Min bi dirêjiya jiyana xwe helbest nivîsandin û xwendin û helbest, bi tenê rêyeke derbirinê ye. Ez ji sînemayê hez dikim û ez dikarim di hemû warên din de jî bixebitim. Ku helbest nebe ez di şanoyê de bilîzim, ku şano nebe ez fîlman bikêşînim. Dewamkirina vê jî girêdayî berdewama gotinên min e. Helbet, ku gotinên min hebin...”
Hunera Heftemîn “SÎNEMA”; şêwazeke derbirinê ye û rengekî ciwan, ronak û efsûnkar e ku dibe neynika herî zelal a dem û herikîna xwezaya jîyanê.. Wekî kulîlkeke rengîn û nemir; bêdemsal vedibe û bêsînor şîn tê..."
Ji bo hejmara pêncan a kovarê bitikîne
(FD)