Hejmara çarem a "Sînemaya Serbixwe", e-kovara li ser sînemayê hatiye weşandin.
Di vê hejmara e-kovarê de nivîs derbarê Andrei Tarkovsky, Nûrî Bîlge Ceylan, Ingmar Bergman, Michael Haneke, Bûrhan Ateş, Kean Loachî û mijara "Sînemaya Polîtîk" de hene.
Omer Bextiyarî nivîseke li ser fîlmê “Stalker” yê derhênerê nemir ê cîhanê Andrei Tarkovsky-î ku mohra xwe daye li hunera sînemayê, nivîsiye û ketiye li pey şopa heqîqeta fîlmê.
Welat Ramînazadî derbarê fîlmên derhênerê navdar Nurî Bilge Ceylanî de nivîseke Zazakî amade kiriye û pêwendiya sînemaya derhênerê bi Kurdan re, lêkolîn kiriye.
Di vê jimarê de, Rûmet Medî filmên li ser jiyana Kurdan hatine amadekirin, nivîsandine ku ev nivîs cara yekem di malpera bianet kurdî de hatibû weşandin.
Mela Mihyedîn, li ser yek ji fîlmên herî girîng û klasîk ên dîroka sînemaya cîhanê “The Seventh Seal” yê derhêner û senarîstê Swêdî Ingmar Bergmanî nivîsîye.
Welat Ramînazad ji bo vê hejmarê nivîseke din jî nivîsandiye û fikrên xwe yên derbarê têkilîya fîlmê Caché yê derhêner Micheal Haneke bi kurtefîlmê Vîr ê Burhan Ateş ra, aniye zimên.
Di hejmara 4emîn de Dawid Jikevir nivîseke li ser mijara “Sînemaya Polîtîk” amadekiriye û li ser wateya têgeha sînemaya polîtik, sekiniye.
Her wiha dîsa Rûmet Medî derbarê fîlmê “Bread and Roses” yê Ken Loachî de nivîsek nivîsandiye.
Emrah Kaplan ji bo vê hejmarê gotareke bi navê “Têgeha Temsîlê û Cihgirtina Têgeha Temsîlê Di Sînemayê De” nivîsîye û tê de qala mijarên têgeha temsîlê û têgeha temsîlê di sînemayê de, kirine. (FD)