Hejmara 45an a Kovara “Kürt Tarihi” derketiye. Di vê hejmarê de edîtoriya kovarê dosyayek derbarê dîroknas Mehmet Bayrakî de amade kiriye. Mehmet Bayrak ev 50 sal in di warê dîrok û çanda kurdî de kar dike. Dosya bi navê “50 Salên li Pey Şopa Dîrok û Çanda Kurdî: Mehmet Bayrak” hatiye amadekirin. Îsmaîl Beşîkçî, û Faîk Bûlût bi tirkî, Rohat Alakomî jî bi kurdî nivîsek nivîsandine, di vê babetê de. Her weha nivîsa Mehmet Bayrakî ya derbarê Yaşar Kemalî de di vê dosyayê de hatiye weşandin.
Di heman hejmarê de nivîseke Derya Bayirê ya derbarê Bedirxaniyan de heye. Bayirê di arşîvên “Yekîtiya Miletan” de peyda kiriye ku ew jî li Pirtûkxaneya Neteweyên Yekgirtî bûye.
Dûygû Atlas û Bahar Başerê li ser cihûyên Kurdistanê, Firat Sozerî li ser ferhenga Garzoniyî, Bahadîn H. Kerboraniyî li ser Dibistana Meşrûtiyetê ya Kurdan, Dr. Nîdal Hac Derwîşî jî li ser Dîroka Serê Kaniyê nivîsandiye. (FD)