Kovara “Kürt Tarihi” hejmara xwe ya 41an bi dîzayneke nû çap kiriye. Kovar di vê hejmarê de behsa têkiliya di navbera kurdan û Sowyetê kiriye ku Adnan Çelîk û Etienne Forestier-Peyrat edîtorên vê hejmarê ne.
Di vê hejmarê de li gel nivîsa “Destpêk: Qadên Pirsgirêka Kurdan û Rabitayên Sowyetê” ya Adnan Çelîk û Etienne Forestier-Peyratî, nivîsa Jordi Tejelî ya bi navê “Rastîhevhatinên Pêşiyê yên bi Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sowyetan (YKSS)”, ya Omar Sheikhmousî ya bi navê “Di Navbera Netewerestiya Kurdan û Siyaseta Çep de Xwendekarên Kurd ên li Derveyî Welêt”, ya Barbara Henningê ya bi navê “Nirxandina Nameya Ku Basile Nikitine-î di sala 1946an de ji Kamûran Bedirxanî re nivîsandiye”, ya Nicholas Glastonbury-î ya bi navê “Di Serdema Yekem a Şerê Sar de Weşana Radyoya Kurdî ya Sowyetan”, ya Adnan Çelîkî ya bi navê “Saziyeke Anti-Komunist a 'Dostê Kurdan' li Hêla Rojava ya Perdeya Hesinî: Komeleya Kurdistanê ya Beynelmîlel”, ya Etienne Forestier-Peyrat a bi navê “Zehmetiyên Siyasî û Dîplomatîk ên Koçberiya Kurdan a li Rojhilatê Ewropayê” û ya Joanna Bochenska û Karwan Fatah-Blackî ya bi navê “Mêrê li Ser Wezîfeya Xwe: Abdullah Jalal Fatah û Teza Wî ya Doktorayê ya di Sala 1978an de li Polonyayê Derbarê Çanda Kurdan de Nivîsandiye” hatine weşandin.
Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî Kovara "Kürt Tarihi" çap dike. (FD)