Hejmara 3em a Kovara GOGê derketiye. GOG kovareke wêneromanîye û ji bo zarokan e. Bi zaraveyên kurdî, kurmancî û kirmanckî/zazakî bi awayekî dijîtal weşanê dike.
Di vê hejmara GOGê de jî Red Kît, Yakarî, Thorgal û Mîlo bi serboriyên xwe cîh girtine.
Hejmara vê carê 48 rûpele û Ender Ozkahraman bi “LOXE” û Dogan Guzel bi “QIRIX”ê cih girtiye.
Di beşa analîzan a “Na Ne Wisa ye” de li ser “Calvin û Hobbes” analîzeke berfireh hatiye pêşkêşkirin. Mamo di beşa “Ev kî ye?” de bi xêzan jiyana Newtonî girtiye dest. Di beşa “Çi Qewimî Bû?” de jî li ser zanist û çand û hunerê nûçeyên rojevî hene.
Hûn dikarin li ser vê navnîşanê www.gog-weneroman.com xwe bigihîne GOGê.
(AY)