Hejmara 19an a kovara Nûbihar Akademiyê derketiye. Di vê hejmarê de dosyayek taybet li ser kurdên zaza ango kird hatiye amadekirin.
Nûbihar Akademî bi vê hejmarê dikeve 10 saliya xwe. Kovar salê du caran çap dibe û hem bi rêya çapê hem jî bi awayekî dîjîtal derdikeve.
Edîtorê dosyaya vê hejmarê Dr. Nûrettîn Beltekînî ye ku di dosyayê de pênc gotar hene.
Nivîsên vê hejmarê ev in:
*Ercan Çağlayan, Kîtabanê Cografyayê Osmanîyan da Zazayî û Cografyayê Zazayan
*Harun Bozkurt & İlyas Akman, Hetê Awanî ra Romanê Kilama Pepûgî
*Okan Alay, Analîzê Arketîpkî yê Sanika Xerîb û Nasib
*Metin Çiftçi, Çarçewaya Çar Fonksîyonê Folklorî da Edetê Dîwan yê Zazayan
*Veysel Hanyıldız, Kitabê Mehmed Arîfî yê Binbir Hadisî da Derheqê Dersim û Dersimijan da Vîrardişê Ey
*Nuh Bozkir, Teoriyeke Derûnasiya Civakî: Teoriya Helwestên Bi Bingehên Reftarî
*Heval Batu, Ferîştenasî di Êzidîtî û Yarsanîtîyê da
*Huda Salih, Çareserîya Çend Tîpên Kêşe li ser di Rênivîsa Zimanê Kurdî da
(FD)