Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hejmara 18an a Kovara Dilopê derketiye. Dilop her du mehan carekê bi du zimanan tê weşandin û kovareke çand, huner û polîtîkayê ye.
Dosyeya vê hejmarê derbarê begên Licê de ye ku ji analîzên Tarik Ziya Ekinciyî pêk hatiye. Ekinci ji aliyê civakî, siyasî û aborî ve begên Licê nirxandiye.
Mesut Alpê arkeolog di vê hejmarê de qala Girnewazê kiriye ku li herêma Nisêbînê weke girê cinan tê binavkirin.
Di vê hejmara kovarê de dîsa du gotarên tarîxî hene ku ji aliyê Mehmet Bayrak û Nevzat Onaran ve hatine nivîsandin. Bayrak û Onaranî berê xwe dane serhildana 1925an. Bayrakî di gotara xwe de lêkolaye bê ka Komara Tirkiyeyê piştî serhildana 1925an ji aliyê sazûmanî û îdeolojîk ve çawa dest bi êrîşkariyê kiriye. Onaranî jî, bi serhildana 1925an ve girêdayî, qala paşperdeya qanûna bi navê ‘Takrir-i Sukûn’ê kiriye.
Di warê rexne û analîza edebiyatê de kovar di hejmara nû de cî daye gotareke têr û tije. Kenan Ormek li Zanîngeha Artûklûyê lîsansa xwe ya bilind dike û teza xwe li ser helbesta Rojen Barnasî dinivîse. Ormek, beşeke vê teza xwe bi serenavê ‘Îdeolojiya çepgir di helbesta Rojen Barnas de’ ji bo kovarê amade kiriye. Nivîs nêzîkayiya polîtîk a helbesta nifşê Tîrêjê bi helbestên Rojen Barnasî li ber çavan raxistiye.
Bulent Gedîkî rêzenivîsên xwe yên derheqê teoriya Marksîzmê de berdewam kiriye û di vê nivîsa xwe de çavkanî û hêmanên Marksîzmê rave kiriye. Mela Mihyedînî berê xwe daye muzîka yaresanan û hêlên wê yên mîstîk bi hûrgilî raçav kiriye. Dîsa Haydar Karataşî jî li ser çandeke kevnar a mîstîk a Anatolyayê nivîsiye.
Di hejmara ewil a 2021an de Ayhan Erkmenî qala şevên dirêj ên Serhedê û bîranînên zaroktî û xortaniya xwe yên ji wan şevbuhêrkan kiriye. Meltem Akyolê jî sohbeteke geş kiriye di warê zarokan de. Hevpeyvîna Akyolê, ligel Îmam Cîciyê xêzkarê kovara GOGê ku yekem kovara xêzeromanê ya bi kurdî ye, di vê hejmarê de gihîştiye xwîneran.
Nivîsên Barış Avşar, Fewzî Bîlge, Uygur Orhan, İbrahim Karaca û Recep Maraşliyî; çîroka D.Demiryanî; helbestên Mehmet Çetîn, Iakovos Kambanellis, Paul Eluard, Mehmûd Derwîş û Mulsum Aslanî rûpelên vê hejmarê xemilandine. (FD)
* Kovara Dilop, li kitêbfiroşan û li ser van malperan tê peydekirin: emekkitap.com, babil.com, odakitap.com, eganba.com