Hejmara 17an a kovara "Psychology Kurdî"yê derket. Di vê kovara çar mehî de, vê carê dosyeyek li ser "Stres"ê hatiye amadekirin.
Nivîsên ku edîtoriya kovarê di vê hejmarê de cih dane wan, ev in:
Jan İlhan Kızılhan bi nivîsa xwe ya “Stresa Girêdayî Hevdîtinan a bi Wan Kesan re ku Piştî Şer, Komkujî yan jî Bûyerên Din ên Ekstrem Trawmatîze Bûne” ku Bilal Öztunç ji îngilîzî wergerandiye, balê dikşîne bandorên piralî yên hevdîtin û guftûgoyên ku rê li ber trawmatîzebûnên duyemane dikin.
Azad Dildar bi nivîsa xwe ya bi navê “Stres bi Awayekî Berfireh” li ser têgiha stresê û teoriyên wê disekine.
Hamid Boztaş di qada psîkiyatriyê de akademîsyen e û xwedî gelek xebat û lêkolînan e. Me derbarê stresê pê re hevpeyvînek kir ku xwendevanên me jê sûd werbigirin.
Gülperi Gündüz bi nivîsa xwe ya bi navê “Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê û Xizmeta Civakî” li ser trawma û rûdanên trawmatîk û rola xizmeta civakî di pêvajoya nexweşiya stresê ya piştî trawmayê de radiweste.
Enver İleri bi nivîsa xwe ya “Nexweşiya Serdema Nûjen: Stresa Dîjîtal” behsa teknolojî, stres, stresa dîjîtal û serederîkirina wê dike.
Hoşeng Nizarî bi nivîsa xwe ya bi navê “Stresa Mêtînbûnê: Xwebûn an jî Jixwerevîn”ê li ser teoriya nasnameya civakî, mêtingerî û stresa girêdayî wê disekine.
Fatma Zehra Gemi bi nivîsa xwe ya bi navê “Analîza Fîlmê Birayên Leyla di Çarçoveya Stresê de” bi awayekî berfireh fîlmê Birayên Leyla girêdayî têgiha stresê dinirxîne û şîrove dike.
Gülbeyaz Bozan û Elîxan Bozan bi nivîsa xwe ya bi navê “Rola Hezkirin û Lîstikê li ser Stresa Zarokan” li ser sedemên stresa zarokan, nîşaneyên stresê û rola hezkirin û lîstikê radiweste.
Barış Özkul bi nivîsa xwe ya bi navê “Derûnnasî” wekî Stratejiyeke Kedîkirinê” ku Abdulsıttar Özmen ji tirkî wergerandiye, behsa wê dike bê derûnnasî çawa bûye amûreke kapîtalîzmê û mirov li hember serdestan kedî dike.
Herweha Erdal Gül bi nivîsa xwe ya “Stresê Azmun Domanan Sero Senê Probleman Kenê ya”, Wehab Şehîn bi nivîsa xwe ya “Stresa Takekesên Astengdar û Malbatên Wan”, Yusuf Siyahtaş bi nivîsa xwe ya “Gengaziya Têkiliya Frenolojiyê li ser Sînorên Polonya û Ewropayê”, Serkan Delidere bi nivîsa xwe ya “Gelo Dîtin û Gotin Dibe Yek? Derbarê Terapiya Şahidiyê Çend Çavdêrî û Pêşniyazek”, Ceng Yiğit bi nivîsa xwe ya “Derûnnasiya Ferbûnê”, Mehmet Ali Erol bi nivîsa xwe ya “Dahûrîna Bergiriyê”, bi me re ne û mêvanê me “Pirs û Bersiv”ê jî Firat Cewerî ye.
(AY)