Hejmara 16an a “Psychology Kurdî”yê derketiye
Di vê hejmarê de li ser mijara “Derûnnasiya klînîkî û erdhejê” dosyayek hatiye amadekirin.
![Hejmara 16an a “Psychology Kurdî”yê derketiye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/279/907/original/Adsız_tasarım_-_2023-06-06T115106.554.jpg)
Hejmara 16an a kovara “Psychology Kurdî”yê derketiye. Di vê hejmarê de li ser mijara “Derûnnasiya klînîkî û erdhejê” dosyayek hatiye amadekirin.
Di nivîsên vê dosyayê de li ser bandora erdhejên 6ê Sibatê hene ku li Mereşê pêk hatibûn û bandor li çendîn bajarên Tirkiyeyê, Rojava û Sûriyeyê kiribûn.
Di vê dosyayê de nivîsên Erdogan Ozman, Azad Dildar, Jan Îlhan Kizilhan, Mesût Ûmar, Gulperî Gunduz, Sehra Aksûyê û hevpeyvîneke bi Okan Taycanî re hene.
Her weha çendîn nivîs jî derbarê “derûnnasiya klînîkî” de ne.
“Psychology Kurdî” her ji çar mehan carekê derdikeve û li ser malpera avestakitap.com û pirtukakurdi.com ê tê firotin. (FD)
nûçeyên pêwendîdar
nûçeyên pêwendîdar