Di vê hejmarê de 96 rûpel, bi nivîs û helbestan li ser Mele Seîdê Kurdî hatine nivîsandin.
Kovara Nûbiharê bi hejmara 167an bi dosyayeke taybet derket. Di vê hejmarê de dosyayeke li ser “Mele Seîdê Kurdî” hatiye amadekirin û edîtoriya wê Ekrem Malbat kiriye.
Gelek kesên bi mijarê ve aleqedar, bi nivîsên xwe di vê hejmarê de cih girtine.
Di demên cuda de gelek kesan li ser Bedîuzzeman helbest nivîsandine; 14 helbestên weha jî di vê hejmarê de weşiyane.
Edîtor di nivîsa xwe de balê dikşîne ser girîngiya nasnameya Bedîuzzeman ku hem di dema Osmanî de, hem jî di dema Cumhuriyetê de aktorekî gelek girîng bûye. Bi taybetî jî di dîroka siyasî ya Kurdan de xwedî ciheke girîng e. Li gel vê jî mixabin Bedîuzzeman ji aliyê Kurdan ve yan nayê zanîn, yan jî xelet tên naskirin.
Di vê dosyayê de gelek nivîsên ku agahiyên li ser Bedîuzzeman rast dikin hene.
Bi taybetî derbarê polîtîka û pratîka Bedîuzzeman ya di pêvajoya mesela Şêx Seîd de bi Muhyiddin Zinar re hevpeyvîneke dirêj hatiye kirin.
Di dosyayê de nivîsek balkêş jî ji aliyê Martin van Bruinessen ve hatiye nivîsîn. Bruinessen aniye ziman ku di sala 1976an de li Sûriyê bi Menduh Selîm re hevpeyvîn kiriye û di hevpeyvînê de Menduh Selîm bi pesn behsa Bedîuzzeman dike û gelek agahiyên nû ku yekem car e tê bihîstin bi Bruinessen re parve dike.
Fırat Aydınkaya jî bi nivîsek li ser pirtûkxana Bedîuzzeman di dosyayê de cih girtiye. Aydinkaya li pey şopa çavkaniyên entellektueliya Bedîuzzeman ketiye.
Lêkolîner Abdullah Can jî li ser texrîfatên ku di berhemên Nursî de hatine kirin nivîsek nivîsiye.
Yek ji wan nivîsên balkêş jî ji aliyê edîtorê dosyayê Ekrem Malbat ve hatiye nivîsîn. Malbat li ser pirtûka Tarîxçeya Heyata Bedîuzzeman ku îro ji aliyê hemû Nûrciyan ve tên xwendin nivîsiye. Malbat di nivîsa xwe de bi mînakan nîşan daye ku ev pirtûk bi pilan hatiye amadekirin û li ser nasnameya Bedîuzzeman bûye sedema gelek dezenformasyona.