Hejmara 162yan a Kovara Nûbiharê derketiye. Di vê hejmarê de 93 helbest, çîrok, hevpeyvîn û cûreyên din ên nivîsan hatine weşandin.
Kovarê de berga vê hejmarê de cih daye nexşeyekê ku bajarên erdehjê bandor li wan kiriye, di vê nexşeyê de hene.
Her weha nivîsa edîtorî jî li ser erdehên 6 Sibatê ne ku bi pileya 7,7 û 7,6ê li Bazarcix û Elbîstana Mereşê pêk hatibûn û bandora wê li 11 bajaran bûbû.
Di vê hejmarê de Ayhan Geveriyî nivîsek li ser Feqiyê Teyran nivîsiye ku sernavê wê “Çend Feqiyê Teyran Hene?” ye. Yûnis Amedî bi navê “Hinek Bêjeyên ji Devoka Zarokan” nivîsek, Mûrad Celaliyî bi navê “Li gor xalên sereke Berawirdkirina Zazakî û Kurmancî” nivîsek nivîsiye. Her weha hevpeyvîna Nîhat Gultekînî ya bi Kemal Tolan re li ser berhevkariya kevneşopên êzdiyatiyê jî nivîseke din e. (FD)