Hejmara 160an a Kovara Nûbiharê derketiye. Di vê hejmara Nûbiharê de ji hejmarên berê cudatir, hejmara nivîskar û helbestvanên jin bêhtir e.
Leyla Aydınê bi sernavê "Dinê Pîr e Ne Nûbûk e" nêrîna Feqiyê Teyran ya li vê dinyayê şîrove kiriye. Zana Şaybakê li ser Eqîdenameya Seyîd Ebdullahê Nehrî nivîsiye, ku ev berhem di pexşana kurdî de berhema yekem tê qebûlkirin. Kevok Mizgîn bi çîrokek û helbestek xwe, Îqlîm Milanî bi wergerek xwe, Asiya Goyan, Zeynep Çelik û Yıldız Çakar jî bi helbestên xwe di vê hejmarê de cih girtine.
Şeyhmus Orkin, derbarê lêkolînên li ser Feqiyê Teyran de nivîsiye û çend peşniyaz û rexne li van xebatan kirine. M. Zahir Ertekin du xezelên Şêx Heybetullah Abrî, M. Zana Karak jî xezeleke mustezad ya Seydayê Lîcî nivîsiye. Roşan Lezgîn digel xezeleke Hesen Hişyar Serdî ku di sala 1941an de bi destê xwe nivîsiye, çend agahiyên balkêş jî di vê hejmarê de dane.
Murad Celalî di vê li ser Zargotina Kurda ya Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl nivîsiye. Abdullah Can di kitêba "Amasya Tarihi" ya Huseyin Husameddin de li cihgirtina peyvên Kurd û Kurdistanê geriyaye. Receb Dildar û Lokman Polat her yekî kitêbek bi berfirehî dane nasandin. Felat Dilgeş behsa hevaltiya xwe û Av. Kamber Soypak kiriye. Helbestvanê navdar Rojen Barnas di vê hejmarê de du helbestên wî weşiyane.
Hevpeyvîna vê hejmare jî Nihat Gültekin bi Dr. Ezîz Gerdenzerî re kiriye. Her weha nivîs û çîrokên Sabri Akbel, Dawudê Bagurî, Mela Îbrahîm Sungur, Adem Yaşar, Fehmî Yeşilçınar, Hanifi Taşkın û Mustafa Karadağlı cih girtine. Helbestvanên vê hejmarê jî ev in: Rojen Barnas, Berken Bereh, Xewneroj, Abdullah İncekan, Hafizê Şîrazî, Sidîq Gorîcan, Ahmet Arif, Mustafa Acar, Lehî Bohtan, Rêzan Diljen, Kevok Mizgîn, Mela Mudrîk Bakırhan, Asiya Goyan, Mehmet Feti Ceylan, Ah Muhsin Ünlü, Farûqê Xezalan, J. Ahmed Yıldız, Zeynep Çelik, Yıldız Çakar, Fırat Keklik û Maksim Gorkî...
Kovar him li çapxaneyê çê çapkirin û him jî weke e-kovar li ser Google Play Store tê firotin.
(FD)