Hejmara 158an a Kovara Nûbiharê derketiye. Kovar Nûbiharê her ji sê mekan carekê çap dibe.
Di hejmarê de gotara Dr. Karlênê Çaçanî ya ku di pêşdebirina çanda Kurdî de behsa rola ronakbîrên Ermen yên nîveka sedsala 19an kiriye hafiye weşandin. Gotar di sala 1999an de bi ermenkî hatiye nivîsîn û Mûstafa Kiliçaslanî ew wergerantiya kurmanciyê.
Mûrad Celaliyî di nivîsa xwe de behsa gera Elî Begî kiriye ku di sala 1885an de li geek bajarên Kurdistanê geriyaye. Elî beg di qedemeyên cûrbecûr yên dewleta Osmanî de xebitiye.
Felat Dilgeşî di nivîsa “Bavo Çûye Dignûgê!” de bi behsa malbata xwe û wefata bavê xwe, sêwîbûna xwe û birayên xwe kiriye.
Yûnis Amediyî di nivîsa “Ji Gencîneya Kurdî Çendîn Bêje” de ji devera Erxeniyê hinek peyvên herêmî berhev kirine.
M. Zana Karak di vê hejmarê de helbesteke Şêx Mistefayê Abirî parve kiriye. Mela Mistefa di sedsala 19an de hatiye dinyayê, di sala 1915an de jî wefat kiriye. Medreseya Abirî ya li ser Kopa Mûşê heta sala 1853yan jî dixebitî.
Îbrahîm Seydo Aydoganî di nivîsa xwe de, behsa gotarên pexşanî yên weke dîrok, lêkolîn, ziman, ceribandin, nîqaş û wêjeya klasîk yên ku di Hawarê de weşiyane kiriye.
Rahmetullah Karakayayî, li ser nivîskar Mezher Bozanî nivîsiye.
Di vê hejmarê de du hevpeyvîn hene. Hevpeyvîna yekem Abdûllah Încekanî bi Rojen Barnasî re kiriye. Di hevpeyvînê de behsa helbestvaniya Rojen Barnasî hatiye kirin ku nêzî 60 sal berê wî dest bi nivîsandina helbesta Kurdî ya modern kiriye. Di hevpeyvînê de çend fotoyên nû yên Barnasî jî hene.
Hevpeyvîna duyem, nivîskar Dr. Omer Ûlûçayî bi nivîskar Receb Dildarî re kiriye.
Di rûpelên dawî yên jimarê de derbarê vekirina cihê nû yê Nûbiharê de nûçeyek heye. Digel nûçeyê, metnê axaftina Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê Suleyman Çevîkî cih girtiye ku di dema merasîmê de kiribû.
Her weha gelek helbest û nivîsên din di vê hejmarê de hatine weşandin. (FD)