Hejmara 13an a Kovara akademîk û xebatên kurdî ya navneteweyî Nûbihar Akademî (NA) derketiye. Kovara NA heft sal e tê weşandin û mijara bingehîn ya vê hejmarê ziman û edebiyata kurdî ye. Kovara NA vê carê di bin edîrotiya Îbrahîm Bor û Mehmet Yonat de derketiye.
Di vê hejmarê de şeş gotar, dokumentek û wergerek hene. Mijara bingehîn a vê hejmarê ziman û edebiyata kurdî ye. Mehmet Emin Purçak bi sernavê "Di Romanên 'Ronî mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê', 'Ez ê Yekî Bikujim' û 'Lehî'yê de Tezahurên Biyanîbûnê” de girtiye dest û ji alîyên mekan, politika û psikolojîyê ve li ser temaya biyanîbûnê sekiniye.
Leyla Kaplan bi sernavê “Li Gorî Çar Epîzotan Berawirdkirina Çar Varyantên Destana Zembîlfiroş” nivîsa xwe nivîsandiye. Wê varyantên destana Zembîlfiroşê ên ku Xalid Sadinî, Ordîxanê Celîl & Celîlê Celîl, A. Gernas û Heciyê Cindî &Emînê Evdal dabûn hev girtine dest û li gorî çar epîzotan (mekan, statuya civakî ya lehengan, hevdîtina ewil a lehengan, gihiştina lehengan û mirina wan) daye ber hev.
M. Zana Karak & Seher Bişaroglû meseleya “Di Edebîyata Kurdî ya Klasîk de Şêweyên Mulemmeyê” girtiye dest. Nevzat Eminoglu jî bi sernavê “Nêrînek Gelemperî li Edebiyata Kurdî ya Serdema Mîrektiya Hekariyê” nivîsa xwe amade kiriye û di Mîrektiya Hekariyê de bal kişandiye ser rewşa edebiyata kurdî. Ew di vê serdemê de balê dikişîne ser Pertew Beg û Melayê Bateyî.
Veysel Yildizhan bi zavarayê kirmanckî (zazakî) gotara xwe lêkiriye. Yildizhan bi navê “Leksîkografî, Metaleksîkografî û Bîbliyografîyaya Ferhengê Kirmanckî (Zazakî)” nivîsa xwe pêşkêş kiriye û li ser bingeha agahiyên derbarê ferhengsazî û ferhengnasiyê xebateke bibliyografîk ya kirmanckî amade kirîye. Di gotarê de hatiye diyarkirin ku heta sala 2020î 30 ferhengên derketine.
Ayhan Yildiz jî bi gotara xwe bal kişandiye ser mijareke girîng û rojevî: “Tevgera Wergera Kurmancî li Sûrî û Tirkîyeyê”.
Wergera vê hejmara Nûbihar Akademîyê ferhengokeke bi kirmanckî ye ku ji aliyê oryantalist, etnolog û fîlologê îngilîz Robert Gordon Latham (1812 - 1888) ve hatîye nivîsîn û ji berhema wî ya bi navê Essays Chiefly Philological and Ethnographical-1860 (rûpelên 242-244an) hatiye wergirtin. Xebat ji alîyê Nureddin Beltekîn ve digel têbînîyên pêdivî ji îngilîzî bo kirmanckî hatîye wergerandin.
Dokumenta vê hefteyê nameyek e, nameya axayekî kurd ê bi navê mîrze Axa. Mîrze Axa ev name di 22yê Gulana 1830yî de ji bo serbazê rus Îvan Feodrovîş Paskevîç hatiye şandin. Di nameye de bal kişandiye ser tifaqa kurdên êzîd û rusan a li hemberî osmaniyan.(AY)
*Çavkanî: Dîyarname