Fanzîna fotografîyê flashhilat hejmara 13an derxistiye.
Di hejmara Sibatê de, Bahar Ayırkan bi ‘’Serencama HÊDÎ’’yê behsa poza pêşî ya fîlmeke makîneya analog dike.
Bilal Nergizli bi ‘’Havînek Ji ‘Emr Bihurî’’ hevokan dibe havîneke Farqînê û çîroka fotografekî dibêje.
Fexrîya Adsay bi du fotografên ji Dêrikê balê dikişîne ser mêlavên jin û mêran.
Walter Benjamin, bi wergera Fatîh Aydin fedîya di fotografan de nîşan dide.
Agît Işık û Berken Bereh behsa ‘’Wêneyekî Qufilî’’ yê bûye stran dikin.
Mem Al bi şiîreke bi navê ‘’Ji Avê Xeyidîm’’ li fotografê beravekê dinêre.
Firat Keklîk bi fotografekî ji ‘’Axirîya Reş’’ zimên dibe zemanê berê.
Canan Başhan ji fotografekî dapîra xwe ‘’Dengê Tenêtiyekê’’ derdixe.
Berzê bi rêzewêneyekî çavan dibe ser ‘’Zivistana Welatekî Dûr’’
Di berga paşî de Rozerîn Tadîk jinên li ber tirbekê dia dikin, dike fotograf.
flashhilat fanzîn bi edîtorîya Omer Faruk Baran her meh derdikeve. (FD)
Hejmara 13an a flashhilat fanzînê derketiye
Fanzîna fotografîyê flashhilat hejmara 13an derxistiye.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.