Kovara Psychology Kurdî bi vê hejmarê re 4 sal li pey xwe hiştiye û ketiye sala xwe ya 5an.
Kovarê di vê hejmara xwe ya 11an de berê xwe daye dosyeya “koçberî û derûniya koçberiyê”. Bi hevpeyvîn û nivîsên curbicur li ser vê mijarê rawestiyane.
Di hejmara 11an de;
Prof. Dr. Jan İlhan Kızılhan bi nivîsa xwe ya “Psîkoterapî di Civaka Pir-çandî de” ku Aydın Rengîn ji îngilîzî wergerandiye, behsa koçberî û qonaxên koçberiyê, pevçûnên nifşî û nasnameyê, di peywenda navçandî de dermankirina psîkoterapîk dike.
Prof. Dr. Safiye Yıldız di sala 1979an de koçî Almanyayê kiriye û li wir dijî. Hemwelatiyeke Almanyayê ye ku “bi eslê” xwe ji koçberên nifşê duyem e. Li ser polîtîkayên koçberî, navçandî û pir-çandiyê xebat û lêkolînan dike. Bi vê mebestê me jî pê re hevpeyvînek kir ku pirzimaniyê, pir-çandîtî û têkiliya wê bi zimên re, rola zimên di avakirina nasnameyê de bi hûrgulî rave dike.
Prof. Dr. Renos Papadopoulos akademîsyen, analîst û lêkolînerek e û herwiha şêwirmendiya mirovên ku bi şer, tundiya polîtîk û karesatên din trawmatîze bûne dike. Bi nivîsa xwe ya “Tûrikê Koçberiyê” ku Leyla Turhan ji îngilîzî wergerandiye li ser malê, windakirina malê, nasname û trawma, xweragirî û pêşketina aktîvasyona zehmetiyan radiweste.
Psîkiyaterîst Dr. Azad Dildar di qadên terapiya psîkodînamîk, terapiya trawmayê û terapiya reftarî ya venasînî de perwerde dîtiye û bi mirovên koçber re jî xebat kirine. Ûsiv Biyanî pê re hevpeyvînek li ser têgeha koçberiyê, bandora we ya derûnî, şîn û windayiyên koçberan, nasname, xerîbî, nexweşiyên derûnî yên koçberan kiriye.
Derûnnas Beritan Güneş, bi nivîsa xwe ya bi navê “Zayend, Zayendî, Nasnemaya Zayenda Civakî, Meyldariya Zayendî; Ferdên Lgbtî+”yê ji xwendevanan re mijarên zayend, zayenda civakî, zayendîtî, mirovên întersex, nasnameya zayenda civakî dinirxîne.
Pispora Xizmeta Civakî Gülperi Gündüz, bi nivîsa xwe ya “Xizmeta Civakî ya Psîkiyatrîk” pênaseya xizmeta civakî ya psîkiyatrîk dike û nêzîkahîtêdanên tendirustiya derûnî û xizmeta civakî ya psîkiyatrîk, peywenda nexweşiyên derûnî ya civakî, rol û berpirsiyariyên pisporên xizmeta civakî yên psîkiyatrîk pêşkêş dike.
Derûnnas Merve Kurt, bi nivîsa xwe ya “Resimandina Penaberên ji Sûriyeyê di Kovarên Karîkaturan de yan jî “Ez Yekî Din e” ku Yasin Duman ji tirkî wergerandiye, awayên terîfkirina “ê din” (an jî xerîb), di bin navê derûnnasiya rexneyî ya rabêjî de bi çarçoveya xerîbkirin û empatiyê dinirxîne. Ji bo vê jî karîkaturên kovar û rojnameyên ji îdeolojiyên cuda tên analîzkirin.
Herwiha di mijarên curebcur de nivîs di vê hejmarê de hatine weşandin.
Di bin banê Avestayê de wê derkeve
Kovar 4 sal bû ku di bin banê Ajans J& Jyê derdiket. Lê ji niha û pê de wê di bin banê weşanxaneya Avestayê de xebatên xwe bidomîne.
Hûn dikarin hejmara nû ji pirtûkfiroşan û ji malpera www.avestakitap.com, www.pirtukakurdi.com peyda bikin. (VU/FD)