Kovara Wêje û Rexneyê kovarek e ku bi sê zaravayên kurdîyê (kurmancî, zazakî, soranî) jimara xwe ya 11 derêxistiye.
Kovar ji sala 2014ê ve weşanê dike. Edîtorên kovarê, DAvut Yeşilmen, Omer Delikaya û Serdar ay in. Di lijneya weşanê de Filit Baran, Nurgul Ay û Sinan Gultekin hene. Kovarli Stenbolê tê çapkirin ku berpirsê karên teknîkî Bawer Berşev e.
Naveroka kovarê û nivîsa edîtoran ev in:
Nivîsa edîtorîyê
“Em wekî Kovara Wêje û Rexneyê, ji roja ewil heta niha di wê hewldanê de ne ku kovara me ji alîyê naveroka xwe ve çendanîyê li ber çavan bigire û ji mal û pencereya kurdî ve bibe platformeke rexne û teorîya wêjeyê.
“Wêje û Rexne, piştî navberekê, vê biharê xwe digihîne ber deste we. Wekî ku li we jî eyan e, em di wexteke werê de ne ku kovarên kurdî ji bo berdewamîya weşanên xwe li ber xwe didin. Lêbelê, digel hemû zehmetîyan, kovara me nêt nîne ku ji barê kovareke rexnaya wêjeyî xwe dûr bixe. Li vir divê em piştevanîya aborî û teknîk ya Bawer Berşev ku yek ji damezrînerê kovara me ye û pirtukakurdi bi bîr bînin û spasîyan li wan bikin ku barê weşandin û belavkirina kovara me dane ser milê xwe.
“Di hejmara berdest a kovarê de, me dosyayeke li ser “tertele”yê da ber xwe û li gorî mijara dosyayê, ne gelek jî bin hin nivîs ji me re hatin. Divê em bêjin ku dosyeya ku me dixwest amade bibe ne bi dilê me çêbû ji ber kêmbûna nivîsan. Maria Six-Hohenbalken bi nivîsara xwe ya bi navê “Mîrateya Hest û Hîsan û Bandora Welatê Xerîbîyê li ser Mêjûya Zimên” tevkarîyeke berbiçav pêşkêşî xebatên li ser “tertele”yê dike. Nivîskar dikeve pey dengê kesên ku endamên malbata xwe di şer de winda kirine û dîtina wan a li ser komkujîyê di peywenda xebatên bîr û ziman, vegotinên malbatan û rûdanên dîrokî de dinirxîne. Yektan Türkyilmaz li ser vegêrana kilameke bîst risteyî dikeve pey hêrsdarîya sedsalekê, komkujîyekê û jîyana civakî; bi nêrîneke nû li şîdeta tomerî û sîyaseta bîr û nasnameyê dinirxîne ku gelek pisporên “xwedêgiravî” piştguh kirine. Şenay Asutay di romana Deniz Gündüz a bi navê Kalaşnîkof li ser hêmanên trawma û şahîdîyê radiweste.
“Heypeyvîna vê hejmarê, Dawid Yeşilmen bi Îbrahîm Seydo Aydogan re li ser akademîyê kir. Seydo, di hevpeyvîna xwe de li ser akademîya kurdî fikrê xwe tîne zimên û tecrûbeyên Inalcoyê bi xwendevanên me re parve dike. Murad Celalî, di nivîsara xwe ya li ser Hewarîya Hecîyê Cindî de bi nêrîneke li dor temayên edebîyata şahidî û sirgûnê romanê dinirxîne. Cihan Kaynar, bi nivîsa xwe ve, hêmanên mîtolojîk ên di çîrokên kurdî de lêdikole. Şükran Yağuz jî bi nêrîneke berawirdî ve temayên di helbestên Furûx Ferrûxzad û Jîla Huseynî dide ber hev û wekhevîyên balkêş destnîşan dike. Îrec Mêhrbexş pergaleke nû ya bi navê Newasazîyê berpêş dike û amaje pê dike ku ev pergal xweştir li bejn û bala kurdîyê tê. Me xwest bi rêya kovara me, ev mijar bi raya giştî re bête parvekirin û nîqaşkirin. Kurtehevpeyvîneke ku nivîskareke îtalî bi Bextîyar Elî re kirîye, ji îtalî bo kurmancî ji alîyê Selîm Nalî Gulfiraz ve hate wergerandin.
“Wekî gotina dawî em dixwazin bibêjin ku kovara me wê ji vir û şûn de rastnivîsa xwe li gorî Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancîyê dirust bike û nivîsên xwe li gorî wê sererast bike. Jixwe heta niha jî me çapa kevn ya rêbera navborî dişopand û heta ji destê me dihat me sererastkirinên xwe li gorî wê çêdikirin. Em di vê meseleya rastnivîsînê de, dixwazin hemû kovar û weşangerên kurmancî li gorî vê xebatê tevbigerin da ku aheng û lihevkirinek li ser bikaranîna zimên çêbe da ku hem karê redaksîyonan rihet bibin hem jî standardîzasyona zimanê me xurt bibe.
“Bi vê daxwaza dawî, bi hêvîya hevdîtineke din em xatirê xwe ji we dixwazin. Heta hejmareke din, bimînin di nav wêje û rexneyê de.”
(MB)