Hejma 10em a Kovara Zrîngê a ku mehê carekê derdikeve, çap bûye. Kovarê sersala nû kiriye mijara berga xwe.
Rûşen Sarili berga kovarê amade kiriye ku bal kişandiye ser sala nû û xizaniya ku li nava kurdan heye. Di civaka kurdan de her serê sala nû bi lîstikên wekî, kalo û pîrê, bûk û zava, kosegerî û yên weke wan, şahî tên çêkirin û geşt ango xurek tên bergehevkirin. Lê belê xêzkar Sarili, rewşa heyî ya xizaniyê bi kaloyê sersalê yê diyariyan belav dike vegotiye. Kaloyê ku sersalê pîroz dike li pêşberî xizaniya li nava kurdan heye, xemgîn dibe û heta cil û bergên xwe diyarî dike.
Di vê hejmarê de nivîskar Azad Kûtiyî bi meselokên xwe, Rûşen Sariliyê bi rûpela xwe ya ‘Kundirlop’, Eşref Mumcuyî bi karakterên ‘Melle’, ‘Dîkê Qoqo’, ‘Sosretîk’, ‘Tabletên Beredayî’, ‘Evînên Sist’, ‘Mehlûqatên Eşref Mumcu’ û ‘Tirşik’ , Şêx Zubêrî bi nivîsa xwe ya ‘Lome û Dîplome’, Sadiye Denîz Eserê bi xêzên xwe yên ‘Jiyana Nedîtî’, Erceren Akbayir û Kubîlay Odabaşiyî bi xêzên xwe yên rojevî û mîzahî, Ikram Balekaniyî bi nivîsa xwe ya ‘Ma we dizanî!’, nivîskar Mehmet Erbeyî û xêzkar Mustafa Yamanî bi karakterê ‘Xeto’, Ozgur Amedî bi nivîsa xwe ya ‘Xidir na lê Xizir bila bi me re be!’, Xêzkar Mustafa Yamanî bi xêzên xwe yê rojevî, xêzkar Bunyamîn Karakoçî bi karaktera xwe yê ‘Ehmed’, Eliyê Xemxwirî bi serpêhatiyên xwe, Ûsiv Meleyî bi ‘Teşqele’ yên xwe, Mem Aliyê Kamûrî bi balkişandina ser zimanê jiyanî yê Amedê, xêzkar Hebûnî bi karakterê xwe yê ‘Belengaz Behrî’, Mij û Dûmanî bi ‘Radyoya Bêsansur’, xêzkar Michael Erdmanî bi ‘Pîsîka Qelew’ , ji zindanê Îsa Balî û xêzkar Ercan Altûntaşî jî bi portreyên navdarên kurd cih girtine.
Ji bo wêjeya kurdî kovarê dest bi pêşbirkekê kiriye
Her wiha ji bo eleqeya li çand, ziman û wêjaya kurdî kovarê cih daye pêșbirkekê. Di nivîsa amadekirina pêşbirkê de wiha hatiye gotin: “Xwînerên hêja ji bo eleqeya li çand, ziman û wêjaya kurdî ji niha û pê ve em ê di her hejmarê de cih bidin vê pêșbirkê. Kî pênc (5) pirsên me bibersivîne û heta 20ê mehê bi mailê ji me re bișîne, dê bi pișk kișandinê ji bo yê ku navê wî/ê derketî pirtûkeke kurdî û ji bo 5 kesên bi hema șêwazê navê wan derketî jî hejmara nû ya Zrîngê diyarî bê dayîn.”
Li aliyê din jî kovar dê ji niha û pê ve di her hejmarê de cih bide portreyên navdarên kurd. Di vê hejmarê de jî bi xêzên Ercan Altûntaşî cih daye portreyên Eyaz Yûsif û Erdewan Zaxoyî. (FD)