Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar ji bo rêûrismên binakirina Mihemmed Elîyî çûbû Amerîkayê lê ji beriya ku ew bê binaxkirin, Erdogan ji Amerîkayê vegeriya.
Erdogan duhî çûbû cihê cara pêşiyê Mihemed Elîyî lê boks kirî yê li Louisvilleya Kentuckyê û paşê biryar dabû ji bo beşdarbûna fetara Tirkên Ahiskayê vegere Tirkiyeyê.
Du îdia hene
CNNyê dîyar kiriye li gor Nafis Albayrakê Ajansa Nûçeyan a Doganê(DHA) du îdia hene.
Recep Tayyîp Erdoganî xwestiye paçikekê wêneyê Ke’ibê(Berê Reş) li ser dane ser tabûta Mihemmed Elîyî, lê ev daxwaza wî nehatiye qebûlkirin û berpirsan gotine ‘’em ê paşê danin ser.’’
Serokkomarî her dîsa xwestiye digel serokê Dîyanetê, Mehmet Gormez Qur’anê bixwîne û ew daxwaz jî nehatiye qebûlkirin.
Axiftina Erdoganî hatibû betalkirin
Hatîbû daxuyandin ku Erdogan jî dê li rêûrisma binaxkirina Mihemmed Elîyî biaxive lê paşê hatibû betalkirin.
(EKN/MB)