Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
26emîn Hefteya Rûmetê ya LGBTI+ ya Stenbolê wê di navbera 25ê Hezîranê û 1ê Tîrmehê ya 2018ê bi rê ve biçe.
Mijara îsal a Hefteya Rûmetê “Sînor” e. Dilxwazên Hefteya Rûmetê dibêjin “Bi hin hincetan sînordarkirina nasnameyên me, helwestên me û hebûna me em qebûl nakin” û bang li herkesî dikin ku ji bo birêvebirina bernameyên Hefteya Rûmetê piştgiriyê bidin.
Sala borî ji bo bernameyê kampanyaya alîkariyê hatibû li dar xistin, îsal jî kampanyaya Indiegogoyê wê çêbibe. Kampanya wê mehekê bidome ku heta niha ji sedî 4ê budçeyê hatiye komkirin.
Di bernameya Hefteya Rûmetê de çi heye?
Di çarçoveya 26emîn Hefteya Rûmetê de, mijarên di rojeva tevgera LGBTIyan de wê di civîn, panêl û nîşandana film û belgefilman de werin nîqaşkirin.
Bername wê ji herkesî re vekirî û belaş li dar bikevin û di çarçoveya bernameyê de wê ji bajarên cuda cuda rêxistinên LGBTIyan werin ba hev.
Bernameya Hefteya Rûmetê wê di rojên pêş de were aşkerekirin.
Mijar: Sînor
20emîn sala Hefteya Rûmetê mijar, “Bîr” bû, sala 21emîn “Berxwedan”, sala 22yemîn “Temas”, sala 23yê “Normal”, sala 24ê “Em Birêxistin Dibin”, sala 25ê “Çi di navbera me de heye” çêbûbû.
Li gorî daxuyaniya Komîteya Hefteya Rûmetê wê mijara îsal “Sînor” be. (ÇT/FD)