Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Aysel Tûglûk, Parlementara berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ku di girtîgehê de nexweşiya demansê lê peyda bûbû, di 21ê Kanûna Pêşiyê de ji bo cara sêyem raporekê bistîne şandibûn nexweşxaneyê. Tûglûk wê hefteya pêşiyê dîsa bibin Saziya Tiba Edlî.
Nexweşxaneya Zanîngeha Kocaelîyê beriya demekê raporek ji bo Tûglûkê amade kiribû û gotibû “ew nikare di girtîgehê de bimine.” Lê li pey wê, Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê raporek berovajî wê amade kiribû û gotibû “ew dikare di girtigehê de bimîne”. Reyhan Yalçindag, parêzera Tûglûkê careke din daxwaz kiribû ku Tûglûkê bibin nexweşxaneyê. Ev daxwaz hatiye qebûlkirin û Aysel Tûglûk ji bo raporeke din bistîne, birine Nexweşxaneya Sekayê ya Îzmîtê.
Li pey pêvajoya li Nexweşxaneya Sekayê ya Îzmîtê biqede, wê hefteya bê Tûglûk carek din bibin Saziya Tiba Edlî. Li gor biryara dadgehê wê sê hefteyan li Tiba Edlî rewşa Tûglûkê bişopînin.
Bixwîne - Fatma Kûrtûlan: Divê demildest Aysel Tûglûk were tehliyekirin
Bixwîne - Hezar û 32 welatî: Rêveberiya welatê me bi lez û bez ji rêgezên demokratîk dûr dikeve
Bixwîne - Daxûyaniya Baroyan: Aysel Tûglûk bila serbest bibe
Alaattîn Tûglûk, birayê Aysel Tûglûkê ji bîanetê re got, “Beriya were rewşeke nema bikaribin jê vegerin, em dixwazin biryarekê ji bo tenduristiya wê bidin.”
Çi bûbû?
Aysel Tûglûk di 29ê Kanûna Pêşiyê ya 2016an de dema Alîkara Hevserokê Giştî yê HDPyê bû tevlî 7 siyasetmedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû girtin.
Îdianame ji bo wê hatibû amadekirin ku tê de daxuyaniyên wê yên dabû çapemeniyê û beşdarbûna wê ya li cenazeyan ên di dema ku Hevseroka KCDyê bû, weke delîl hatibûn nîşandan.
17em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 16ê Adara 2018an de 8 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû. Dadgehê li gorî Qanûna Dijterorê ya hejmar 3713ê cezayê wê bi qasî dua qatan zêde kiribû û ew bi 12 salan ceza kiribû. Her weha li gorî heman biryarê ji 6an 1ê cezayê wê kêm kiribû û di encamê de 10 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû.
Parêzerên Tûglûkê serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê dabûn lê dadgehê daxwaza wan qebûl nekiribû. Parêzeran dosye şandibû Dadgeha Bilind.
Derbarê Aysel Tûglûkê de?
Endama Lijneya Rêveber a Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî û ya Komeleya Mafên Mirovan bû. Yek ji avakarên Komeleya Jinên Welatperwer e.
Endama Avakar a Partiya Civaka Demokratîk (DTP) e û bûye Hevseroka Giştî ya heman partiyê. Di serdama 23yem de (22.07.2007-31.12.2009) weke parlamentera Amedê hatiye hilbijartin. Di navbera salên 2011 û 2015ê jî ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weke parlamentera Wanê hatiye hilbijartin. Di heman partiyê de Alîkara Hevserokên Giştî bû ku ji Mafên Mirovan û Hiqûqê berpirsiyar bû. (RT/BY/FD)
*Bahar Yildirimê ev nûçe ji tirkî wergerandiye