Cîgirên Serokê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç têkildarî berdana kujerê Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk ê duh hate berdan, bi daxwaza li Meclisê “Civîna Giştî” bê kirin serî li Serokatiya Meclisê da.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê HEDEPyê di serdana xwe de diyar kir ku tevî ku 16 sal bi ser kuştinê re derbas bûne kesên fermana kuştinê dane hêj nehatine girtin û hesap ji wan nehatiye pirsîn û wiha got:
“Piştî ku di 6ê Sibata 2004an de nûçeyek di rojnameya AGOSê de hate weşandin, Serokatiya Serfermandariya Giştî daxuyaniyeke ku Dînk kir hedef weşand. Dû re Dînk vexwendin Walîtiya Stenbolê û ji aliyê endamên MÎTê ve gef lê hatin xwarin. Hrant Dînk piştî daxuyaniya Serfermandariya Giştî ji aliyê hin hêzên tarî yên di nava dewletê de bi awayekî organîzekirî hedef hate nîşandan. Burokrasiya leşkerî, sivîl, siyasî, hin saziyên dewletê û yekeyên îstîxbaratê jî bûn hevkar.”
Daxwaza civîna giştî
HEDEPyê diyar kir ku Dînk hedef hate nîşandan û hate lînçkirin û da zanîn ku faîlên kuştina Dînk ji aliyê vîna siyasî ve hatin parastin û dernexistin pêşberî darazê. HEDEPyê destnîşan kir ku bi berdana Ogun Samast birîneke kûr di wijdana civakê de vekiriye û got:
“Ronîkirina kuştina Hrant Dînk a ji her alî ve û rûbirûbûna bi cînayetên siyasî yên rêxistinbûyî re, li pêşberî gelên Tirkiyeyê û aştiya civakî berpirsyariya Meclisê ye. Bi vê armancê em dixwazin ku derbarê cinayeta Hrant Dînk de Civîneke Giştî bê vekirin.”