Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) û Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) pêvajoya berendamtiyê ya ji bo hilbijartina herêmî dane destpêkirin.
Hilbijartina herêmî wê di 31ê Adara 2024an de pêk bê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, him ji bo hevşaredaran him jî ji bo endamtiyên meclîsên şaredariyan wê HEDEP serlêdanan qebûl bike.
Kesên bixwazin bibin berendam dikarin biçin li rêxistinên HEDEPê yên navçe û bajaran heta 10ê Kanûna Pêşiyê serî li komîsyên hilbijartinê bidin. Ji bo diyarkirina namzetan wê li hemû navçe û bajaran sendoq bên danîn. Endamên partiye, rêvebirên di demên berê de erk hilgirtine û nûnerên rêxistinên demokratîk wê bikaribin dengan bidin.
TÎPê jî pêvajo da destpêkirin
Li gorî ragihandina TÎPê, serlêdan wê heta 24ê Kanûna Pêşiyê berdewam bikin. Li gorî daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya TÎPê hatiye weşandin, nîvê heqê serlêdanê wê ji jinan, LGBTI+an û ciwanên temenên wan di bin 25an re bê xwestin.
Partiya Gel a Komarî (CHP) diyar kir ku heta 28ê Kanûna Pêşiyê wê pêvajoya serlêdanên berendaman dewam bike.
Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) di 9ê Kanûna Pêşiyê de pêvajoya serlêdanê dabû destpêkirin. Pêvajo wê roja 22yê Kanûna Pêşiyê bidawî bibe. (TY/FD)