Li Amedê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo rewşa Gulten Kişanakê daxuyanî dan û xwestin demildest were berdan.
“Dixwazin têkoşîna jinan bişkînin”
Di daxuyanê de diyar kirin û gotin: "Îro mekanîzmaya 'dadwerî' ya desthilatdariyê ya ku dijminatiya kurdan dike, di bingeha xwe de armanc dike ku bi doza Komploya Kobanê hêz û têkoşîna rêxistinî ya ku jinan di civakê de ava kiriye û pêş xistiye bişikîne,"
Her weha di daxuyaniyê de balê kişandin ser doza Kobanê ya ku gelek siyasetmaderên Kurd têde têne darizandin û bang li desthilatdariya AKPê kirin ku li gorî hiqûqa xwe tevbigerin.
Weha hat gotin: "Em bang li desthilatdariya faşîst a paşverû û 'dadgeriyê' ya ku bêhiqûqî û bêcezakirinê li ser tevahiya civakê bi taybet jinan weke rêbaza rêveberiyê dide ferzkirin dikin ku demildest qanûnên xwe yên hundirîn pêk bînin."
Di daxuyanê de Huda Kayayê duh di çarçoveya doza Kobanê de hatibû girtin hat bîranîn û gotin: "Ji ber ku Huda Kaya got 'têkoşîna maf, weke îbadetê ye,' dixwazin wê ceza bikin."
Piştî daxuyaniyê parlamentera HEDEPê ya Amedê Cemîle Tûrhalli axivî. Tûrhalliyê got desthilatdarî, amûrên dadê li hember muxalafetê weke çek bikartîne.
(BA/AY)