28. Konferansa Aligiran ya Peymana Çarçoveya Guhertina Îklîmê ya Neteweyên Yekbûyî (COP28) ku wê di navbera 30ê Çiriya Paşiyê û 12ê Kanûna Pêşiyê de li Mîrnişînên Ereban ên Yekbûyî bê lidarxistin, karta rapora îklîmê ya Tirkiyeyê jî anî rojevê.
Weke ku Enqere gelek caran dibêje, berpirsiyariya dîrokî ya Tirkiyeyê ya ji bo belavkirina gaza serayê pir hindik e. Ji aliyê din ve, berpirsiyariya Tirkiyeyê ya rojane her diçe zêde dibe: Ji sala 2021an vir ve Tirkiye di nav welatên ku herî zêde emîsyonê belav dikin de derketiye rêza 14emîn. Lê hedefên îklîmê yên Tirkiyeyê di asta herî kêm de ne û tê rexnekirin.
Tirkiye di rêza 7emîn de ye
Climate Action Tracker, malpereke serbixwe ya analîza zanistî ye û hedefên krîza îklîmê yên YEyê û 39 welatan lêdikole. Di analîza Climate Action Trackerê de Tirkiye di hemû kategoriyan de hatiye nirxandin û nota herî xirap wergirtiye ku hedefên wan di aste herî kêm de ne.
Climate Action Tracker, hewl dide bi agahdarkirina civakê zextê li hukûmetan bike ku planên bihêztir ên guhartina îklîmê çêbikin. Saziya navborî tevî Tirkiyeyê têkildarî hedefên îklîmê nota xirap daye heft welatên din: Rûsya, Meksîka, Arjantîn, Tayland, Vîetnam û Îran. Lê dema ku hûrgiliyên planên van welatan werin lêkolînkirin, tê dîtin ku tenê Îran ji Tirkiyê xerabtir not stendiye. Ev jî ji ber ku heta niha Îranê têkildarî îklîmê hedefek eşkere nekiriye.
Tirkiye piştî 12 salan, di sala 2004an de, weke fermî tevlî Peymana Çarçoveyê ya Guhertina Îklîmê ya Neteweyên Yekbûyî ya sala 1992an bûye. Tirkiye yek ji welatên herî dawî yê ku tevlî vê peymanê bûye ye. (TY/AY)