Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
7 endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên ku di 29ê Tîrmehê de li Stenbolê hatibûn desteserkirin, sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatine kirin.
Hate zanîn ku HDPyiyên ku ji duh êvarê (31ê Tîrmehê) ve îfadeya wan a polîsan dest pê kiriye, ji ber xebatên xwe wan yên siyasî û qeydên telefonên bi îdîaya "endamtiya rêxistina terorê" hatine sûcdarkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, hatiye diyarkirin ku 4 kesên ku li Wan û Mûglayê di çarçoveya heman lêpirsînê de hatin desteserkirin dê bi rêya SEGBÎSê li dozgeriyê îfade bidin.
Çi bûbû ?
Polîsan di 29ê Tîrmehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de li Stenbolê bi ser malên endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê û rêveberên wê de girtibûn. Di dema serdegirtinan de deriyên malan hatibûn şikandin û endama Meclîsa Partiyê ya HDPê Lîvan Orman, Hevserokê HDPa Beşîktaşê Orhan Ozoner, endamên Meclisa Ciwanan Arjîn Emektar, Ahmet Bayazit, Roj Merdîn Bor, Adem Ayata, Mehmet Salih Dîkmen û Îsmaîl Toptamûr desteser kiribûn. Dema desteserkirina wa ji bo 4 rojan hatibû dirêjkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de li Wan û Muglayê jî 4 kes hatibûn desteserkirin.
(TY/AY)