Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duh li Kolana Cemal Gurselî ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê, êrîşî avahiya ku HDP û YSP lê bicih e bûye.
Duh bi şev, endam û rêveberên herdu partiyan xwestine li Parka Înonuyî rewşê protesto bikin ku park 200 merto nêzîkî avahiya HDP û YSPyê ye. Lê polîsan destûr nedaye ku HDPyî û YSPyî ji avahiyê derkevin. Polîsan lêpirsîna tê kirin û ewlehî weke hinceta astengkirinê nîşan daye.
Li gorî nûçeya MAyê, HDP û YSPyiyan, li beramberî avahiya partiyê daxuyaniya xwe daye çapemeniyê.
Parlamentera YSPyê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllariyê gotiye, êrîşkar duh li kolana ku avahiya rêxistina bajarê Seyhanê ya HDPyê hatiye zeftkirin. Li gorî gotina Hatîmogûllariyê wê li wir wê bernameyek pêk bihata.
Parlamenter Hatîmogûllariyê destnîşan kiriye ku du kesên êrîşkarê nas dikin jî hene û ew sê kes bi hev re tev geriyane. Her weha gotiye, ji ber vê rewşê, şik û guman heye ku ev êrîş, êrîşeke rêxistinkirî be.
Li gorî daxuyaniya ku Tulay Hatîmogûllariyê daye, du jin desteserkirî ne û heta kesên li pişt vê êrîşî, û hêzên tarî yên ev kar birêxistin kirine derkevin holê wê bişopînin.
Çi bûbû?
Jinekê duh sê şûşeyên ku di nava wan de madeyên teqemeniyê û sotandinê di nava wan de hebû, daniye ber deriye avahiya ku HDP û YSP tê de ne.
Dema derketiye holê ku jinikê saet li nêzîka 10.00an ew şûşe danîne ber avahiyê, polîs hatine agahdarkirin. Polîs hatine cihê bûyerê û di encama lêkolînê de derketiye holê ku tiştên di nava şûşeyên plastîk de ne, madeyên teqemeniyê û sotandinê ne.
Dema ku polîsan li ber avahiyê kar û barên xwe dikirin, endam û rêveberên partiye jî dest bi lêgerîna jinê kiriye. Partiyan piştî demekê, ew jina hewl daye êrîşê bike tevî jineke din li rawestgeheke otobisan a li Kolana Abîdîn Paşayî zeft kirine.
Jina ku hatiye zeftkirin ji HDPyiyan re gotiye, “Hûn kî ne, polîsan ez şandim. Kê we şand.”
Ji ber bûyerê du jin hatine desteserkirin. (AS/FD)