Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Koma Meclîsê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Meclîsê têkildarî pirsgirêk û tecrîda li girtîgehan daxuyaniyek daye û berbi Wezareta Edaletê meşiyane.
Piştî meşa ku dem bi dem ji aliyê polîsan ve hatiye astengkirin, HDPê daxwaza hevdîtinê bi Wezîrê Edaletê re kiriye. Ji ber ku wezîr li derveyî bajêr bûye bi rêya telefonê pê re têkilî danîne û hatiye diyarkirin ku dê di demek herî nêz de rû bi rû bicivin.
“Em dixwazin wezaret tedbîran bistîne”
Alîkarê Serokê Koma HDPê Saruhan Oluç beriya meşê li Meclîsê daxuyanî daye û weha gotiye:
“Pirsgirêka girtiyên nexweş gihiştiye rewşeke pir giran. Niha derdora 1600 girtiyên nexweş hene ku 604 jê rewşa wan giran in. Di nava 9 mehan de di sala 2022an de 62 girtî mirine.
“Pirsgirêkeke din a cidî girtiyên ku cezayê wan qediyaye û nayên berdane. Lijneyên cezayê girtiyên ku bi dehan salane di girtîgehê de ne û cezayên wan qedayene serbest bernade û derketina wan asteng dike. Heta niha 120 girtî cezayê wan qediyane lê nehatine berdan. Em ji Wezareta Edaletê dixwazin ku bila demildest tedbîran bigire.
“Bêguman kesên li Îmraliyê tên girtin jî ev demeke dirêj e di tecrîdê de ne. Ev tecrîd hem li dijî peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê îmze kirine ye û hem jî pêkanîneke dijmirovahî ye.”
“Peymanan cî bi cî bikin”
Di daxuyaniyê de Beştaş diyar kiriye ku wan bi wezaretê re peywendî danîne û dê di demekî kurt de bi Wezîrê Edaletê re bicivin û weha gotiye:
“Binpêkirinên li girtîgehan, îşkence û tecrîd li her devera Tirkiyeyê zêde dibin. Ji bo her parlamenterekê HDPê rojane bi dehan serlêdan tên kirin. Di serdanên me, di hevdîtinên parêzer, rêxistinên maf, hiqûq û baroyan de xuya dibe ku girantirîn binpêkirinên di dîroka Tirkiyeyê li girtîgehan hene. Em jî derheqê van binpêkirinan serî li komîsyona mafên mirovan a meclisê, wezareta edaletê, cîgirê serokomar, ombudsman û hemû mekanîzmayan didin. Lê belê bersiva pêşnûmepirsên me nayên dayîn û ji bo pêşnûmeyên me yên bo Lijneya Giştî jî tişta pêwîst nayê kirin. Daxwazên me yên hevdîtinê jî bi dengên AKP-MHP’ê tên redkirin. Ev tenê xebatên meclisê ne.”
Bi domdarî Beştaş destnîşan kir ku bingeheke serlêdanên wan ên ji bo CPT, DMME, Ombudsmandan, serokatiya meclisê, cîgirê serokkomar, NY û saziyên têkildar ên neteweyî û navneteweyî heye û wiha pê de çû: “Li gorî peymanên we mohr kirine, tevbigerin. We statûya NYyê nas kiriye û şertên pêşîlêgirtina PMME û CPTyê îmze kirine lê li Tirkiyeyê îşkence û tecrîd heye. Hem di hiqûqa navxweyî û hem jî ya navneteweyî de tecrîd, rêbazeke îşkenceyê û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Li Tirkiyeyê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin. Gotinek heye ku her kes pê dizane, dibêjin ‘girtîgeh neynûka welêt e.’ Di vê neynûkê de xwîn, mirin, tecrîd, sirgun û zext hene. Di vê neynûkê de tiştekî baş nîne. Li girtiyên 30 salan di girtîgehan de poşmantî tê ferzkirin û înfazên wan tên şewitandin. Bi sedan girtiyên bi vî awayî înfaza wan tê şewitandin hene. Ev yek êdî veguheriye sûcekî. Girtîgeh êdî yên bûne dadgehên nû.”(AS/AY)