Fotograf: Medyaya civakî
Mahmût Togrûl, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dîlokê ji Mehmet Nûrî Ersoy, Wezîrê Çand û Tûrîzmê sedema guhertina navê “Mizgefta Kurdan” pirsiye.
Togrûlî pirsyarnameyek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kiriye û xwestiye ku Wezîr pirsên wî bibersivîne.
Parlamenter Togrûlî diyar kiriye ku “Di belgeyên fermî de navê mizgefta ku Huseyin Axayê Kurd li navenda bajarê Kilîsê di sedsala 17an de çêkiriye” ‘Mizgefta Kurdan” e. Lê wezîfedarên Midûriyeta Herêmê ya Weqfan di sala 2018an de lewheya “Mizgefta Tirkan” li wir daliqandiye û paşê jî lewheya “Mizgefta Kurdan” bi temamî rakirine.
"Huseyin Axayê Kurd di sedsala 17an de ev mizgeft ava kiriye. Di malpera Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ya Kilîsê de behsa dîroka vê mizgeftê hatiye kirin û gotiye ku navê wê hatiye guhertin. Midûriyetê ji bo sedema guhertina nav jî gotiye, avahiya mizgeftê “gelek caran hatiye guhertin û reseniya wê bi temamî ji holê rabûye, ya mizgefta kevn bi tenê minareyek maye.”
“Sedema guhertina navê wê çiye?”
Togrûlî ev pirs pêşkêş kirine û xwestiye werin bersivandin:
- Bi çi sedemê navê “Mizgefta Kurdan” a li Kilîsê ye û ji sedsala 17an maye hatiye guhertin û kirine “Mizgefta Tirkan”.
- Ew mizgefta ku Huseyin Axayê Kurd di sedsala 17an de li navenda bajarê Kilîsê ava kiriye, navê wê di çavkaniyên wezareta we de bi awayekî fermî, çi ye?
- Gelo rast e ku erkdarên Midûriyeta Herêmê ya Weqfan di sala 2018an de lewheya “Mizgefta Tirkan” li vê mizgeftê hatiye daliqandin û paşê jî lewheya “Mizgefta Kurdan” bi temamî hatiye rakirin?
(FD)