Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çêkirina vahiya ji betonê ya li bajarê kevnar Darayê, ji Wezareta Çand û Hunerê pirsiye.
Odeya Mîmaran a Mêrdînê di 31ê Adarê de aşkere kiribû ku li Darayê bi destûra Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Îklîmê avahiyeke ji betonê hatiye çêkirin. Li gorî daxuyaniya Odeyê, ev der di bin navê “navenda pêşwazîkirinê” hatiye çêkirin.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Pero Dundarê pirsyarnameyek amade kiriye û pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kiriye ka du Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Nûrî Ersoy bibersivîne.
Dundarê di pirsyarnameya xwe de biryara guhertina îmarê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî bibîr xistiye ku niha di bin rêveberiya kayûmî de ye. Dundarê gotiye ku di rojên dawiyê de bi destûra Wezareda Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Îklîmê re di ketina bajêr de di bin navê “Navenda Pêşwazîkirinê” avahiyeke ji betonê hatiye çêkirin û dîsa li cihên ku gorên latî yên dîrokî kevirên parkeyan tên danîn:
“Li bajarê kevnare yê qada arkeolojîk ya dereceya yekem e, ji bo derên nû bên derxistin ti kar nayê kirin lê bi van avahiyên ne li gorî rewşa dîrokî re, siyê dixin li ser dîroka Mêrdînê û herêmê.”
Dundarê ev pirs araste kirine:
- Gelo bi biryarên hatine wergirtin û xebatên tên kirin û wê bên kirin re risk ji bo bajarê Darayê yê kevnar heye ku çav li rê ye bikeve Lîsteya Demkî ya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCOyê?
- Ji bo sererastkirina xebatên tên kirin û avahiyên tên lêkirin ên ne li gorî dîroka bajêr, ti plansaziyeke we heye?
- Ji bo cihên nû li bajarê kevnare bên derxistin, bi çi sedemê xebat nayên kirin?
- Yek ji berpirsiyariyên esasî yên Wezareta we, parastin û danasîna berhemên dîrokî ne. Gelo ti polîtîkayeke we heye ku hîn li dijî van wêrankariyan van berhemên dîrokî biparêzin? Ger hebin çi ne?
Bixwîne - Odeya Mîmaran a Mêrdînê: Li Darayê avahiyeke ji betonê çêkirine
(FD)