Fotograf: AA
Mahmut Togrul, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dîlokê ji bo zextên li ser zimanê Kurdî were rakirin û lêkolîn li ser vê rewşê bê kirin pêşniyazmaneyek bi kurdî pêşkêşê Serokatiya Meclîsê kiriye.
Togrûlî di pêşniyaznameya xwe de xwestiye ku Fuat Oktay, Alîkarê Serokomarî bersiva pirsên wî bide. Togrulî behsa rewşa zimanê kurdî kiriye û wiha gotiye: “Nemaze bi damezrandina Komara Tirkiyeyê re zordestî û zexteke sîstematîk li dijî zimanê Kurdî hate meşandin û ev rewşa sîstematîk heta niha jî berdewam dike. Kurd îro hê jî nikarin li welatê xwe zimanê xwe bi her awayî bi kar bînin û ji mafên perwerde, tenduristî û pêgihandinê sûd wergirin.
Parlamenterê HDPyê xwestiye ev zext li ser zimanê kurdî bên rakirin û daxwaz ji Meclîsê kiriye kul i gorî Xalên 104 û 105ê ya Qanûna Bingehîn Komîsyoneke Lêkolînê were avakirin.
“Dibistanên azad hatin girtin”
Mahmut Togrûl, Parlamenterê HDPyê di pêşniyaznameya xwe de wiha gotiye:
“Zimanê Kurdî, zimanekî ji şaxa zimanên Îranî , malbata zimanên Hînd-Ewropî ye û zimanekî herî kevnar yên cîhanê ye. Li ser rûyê cîhanê zimanê 30 milyonî zêdetir mirovan Kurdî ye.
“Bi avakirina dewletên netewî, Kurd ji ber parçebûna erdnîgariya xwe di nav sînorên 4 netew dewletan de mayîne. Nemaze bi damezrandina Komara Tirkiye yê zordestî û zexteke sîstematîk li dijî zimanê Kurdî hate meşandin û ev rewşa sîstematîk heta niha jî berdewam dike. Kurd îro hê jî nikarin li welatê xwe zimanê xwe bi her awayî bi kar bînin û ji mafên perwerde, tenduristî û pêgihandinê sûd wergirin. Mixabin, hem di serdema hikumetên bere hem jî di serdema Hikumeta AKP’ê de hîn jî ji bo zimanê Kurdî tu gavên ber bi çav nehatiye avêtin. Berovajî vê metropolên Tirkiyê de xebatkar, ji ber ku bi Kurdî diaxive hatin lînç kirin, dibistanên azad yên ku perwerdeyî bi Kurdî didan, hatin girtin û gelek xwendekarên van dibistanan ji mafê perwerdeyî bêpar hatin hiştin, gelek krêş û sazîyên -yên ku girêdayî Şaredarîyên HDP’ê bûn- ji aliye qeyyûman ve hatin girtin.
“Di van kreşê ku bi bingeha zimanê zikmakî xebat dikirin de modêla perwerdehiya gerdûnî dihat bikaranîn. Dîsa navendên çandê yên ku girêdayî şaredarîyan bû, hatin girtin û hemû xebatkarên wan ji kar hatin dûr xistin. Nêzîkî ji sedî 25’ê serjimara Tirkiyê ji Kurdan pêk tê, lê belê zarokên Kurd hêj jî mafê perwerdeya zimanê zikmakî bêpar in. Li gorî Peymana Mafên Zarokan ya Neteweyên Yekbuyî mafê her zarokî yê jiyanê heye û her zarok dikare bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bibe û çanda xwe fêr bibe.”
“Di warê qanûnê de ti xebat hene?”
Togrûlî ev pirs li Alîkarê Serokomarî kiriye û xwistiye wan bibersivîne:
* Gelo zimanê Kurdî destpêka Komarê heta niha çima wekî tiştekî “krîmînal” tê hesibandin?
* Ji bo zimanê Kurdî warên perwerdê, tenduristî û civakî bê bikaranîn di qanûna bingehîn, zagon, rêzikname hwd. de çi asteng hene? Ger hebin çi ne?
* Gelo wezareta/hikûmeta we xebatekê dimeşîne ku zimanê Kurdî li welatê me statûyeke qanûnî bistîne?
* Axaftinên bi zimanê Kurdî yên li Desteya Giştî ya Meclîsa Mezin ya Tirkiyeyê li gel nîqaşan jî çima hîn jî wekî “zimanekî nenas” li zabitnameyên meclîsê tê tomar kirin?
* Sedemên girtina sazî û dibistanên ziman û çanda Kurdî çîye? Hikûmeta we li şûna van sazî û dibistanan ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî xwedî kîjan bername û projeyan e?
* Li dibistanên Tirkîyê ji xeynî zimanê Tirkî kîjan zimanan perwerde tê dayîn?
* Li gor wezareta/hikûmeta we bi rakirina astengên li hember perwerda ziman, çand û hunera Kurdî ji bo Tirkîyê kîjan tehlûke û pirsgirêkan bi xwere tîne?
(FD)