Fotograf: Gazete Duvar
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Gel a Komarî (CHP) ji ber tundkariya ku duh (30ê Tebaxa 2022yê) li Enqereyê polîsan li dersdaran kiriye, pêşnîyazname pêşkêşî Parlamentoyê kirine.
Endamên Sendîkaya Dersdarên Dibistanên Taybet ji bo şert û mercên wan ên mehaneyan baştir bibe, li Enqereyê çalakiyek li dar xistibû. Dersdaran xwestibû ku biçin ber Wezareta Perwerdeya Netewî lê polîsan destûr nedabû wan.
Ji HDPyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê pêşniyaznameyek pêşkêşî Parlamentoyê kiriye û gotiye:
“Tundkariya ku li dersdaran bûye, em bi rengekî hişk şermezar dikin. Di wê çalakiya ku polisan hêzeke bêpîvan û bêqanûn bikar anîne de 9 kedkarên perwerdeyê bi kiryarên xirab hatine desteserkirin.
“Di rastiyê, pratîkên îşkencekirinê yên polîsên di dema protestoyên aştîxwaz de, di bin fermana Wezareta Karûbarên Navxweyî de li dijî çalakvanan kiriye, sûc in. Her welatiyê/a nirxên partiya me qebûl kiriye, xwediyê rêgeza wekheviyê ye ku li vî welatî bi yasayan tê parastin.”
CHPyê giliyê polîsan kiriye
Parlamentera Bûrsayê ya CHPyê û Alîkara Serokê Giştî ya ji Polîtîkayên Perwerdeyê ya CHPyê Lale Karabiyikê jî pêşniyaznameyek pêşkêşî Parlamentoyê kiriye. Karabiyikê gotiye:
“Îro Alîkarî Serokê Giştî yê Partiya me yê ji Karûbarên Hiqûq û Hilbijartinan Berpirsiyar, Mûharrem Erkekî giliyê polîsî kiriye ji dersdarên me re gotiye ‘Vî/vê bibin’ û îşkence û kiryarên xirab li wan kiriye. Bi van kiryarên bi vî rengî yên li dijî dersdarên me, polîsan wezîfeya xwe ji bo tiştên xirab bikar anîye.” (EMK/FD)