HDPê ji bo doza xwe ya girtinê 173 rûpel parastinname amade kiriye û îro pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn kiriye.
Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDPê, parastinnameya destpêkê ya ji bo doza girtina partiya xwe amade kiriye. Parastinnameya HDPê ji 173 rûpel û klasorek pêk hatiye.
Li gorî agahiya ku HDPê derbarê mijarê de daye wê Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDPê yê ji Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede, Endamê Meclisa Partiyê ya HDPê Dogan Erbaş û Parlamenterê HDPê yê Hiqûqnas Mehmet Ruştu Tîryakî jî di nav de heyetek ji HDPê parastinname pêşkêşî Dadgeha Destûra Bîngehîn kiriye. Di parastinê de îtîrazên hiqûqî hatine kirin.
Li aliyê din wê sibê HDP saet di 11.00an de li navenda xwe ya giştî derbarê parastina xwe de civîna çapemeniyê li dar bixe û agahiyên berfirehtir bi raya giştî re parve bike.
Çi bûbû?
Dadgeha Bilind di 2ê Adara 2021an de derbarê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) de lêkolîn dabû destpêkirin.
Piştre Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind di 17ê Adara 2021an de bi daxwaza girtina HDPê di Dadgeha Destûrî de doz vekiribû. Dadgeha Destûrî di 31ê Adara 2021an de îddaname qebûl nekiribû û bi şûn ve şandibû Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind.
Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind di 1ê Hezîranê de tevlî bernameya televizyona Haber Globalê bûbû û li ser pirsa îddanameya ku ji bo girtina HDPê hatibû amadekirin ya ji aliye dadgeha destûri ve nehatibû qebûlkirin, gotibû. “Em îddanameyê ji nû ve amade dikin.”(AY)