Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) li Qada Îstasyonê bi banga 'Ji bo Aştiyekî Bi rûmet Çareseriyeki Demokratîk" mîtîngek pêk anî.
Ji xeynî welatiyan parlementerên HDPyê, nûnerê saziyên civakî û sendîkaya jî tevlî mîtîngê bûn.
Polîsan tenê ji sê aliyên qadê ve destûr da ku gel tevlî mîtîngê bibe û destûr neda kesên pênûs, pirtûk, heste û alavên kozmetîkê bi xwe re bibin qada mîtîngê.
Temellî: Li dîrokê binêrin, hînî kurdan û Kurdistanê bibin
Hevserokê HDPyê, Sezaî Temellî li mîtîngê wiha got:
"Em ê ji bo hemwelatiyekî wekhevî zagona çêbikin. Em ê rêya aştiyê vebikin."
"Dema hilbijartin xilas dibe, dema 31ê Adarê û 23ê Hezîranê da wan ji kurdan sîle xwarin, Kurdistan ji bîr dikin. Niha jî çûne ji pirtûkan peyva Kurdistanê derdixin. Çûne heta Evliya Çelebî û peyva Kurdistanê jê dibin. "
"Biçin li dîrokê binêrin; Dema Alparslan hat bê ka kî çû pêşiya wan. Hînî kurdan û Kurdistanê bibin."
"Kar û berê wan nefret û dabeşkirin e "
"Heke çareseriyê dixwazî tu yê rêzê li xelkên Surîyê bigirî. Tu yê bêjî li Tirkîyeyê aşitî, li Rojhilata Navîn aşitî. Hingê dê pirsgirêkên Tirkiyeyê jî yên Rojhilata Navîn jî wê çareser bibe. Wê pêşiya pêşeroja gelan vedibe."
"Ji aliyekî zilmê li ser penaberan dikin ji aliyekî li kurdan. Dibêjin heke em deriya vekin hûn ê ji birçîna bimirin."
" Kar û berê wan nefret û dabeşkirin e. Heke hûn bixwazin welatekî ji hev parî bikin, hûn ê cara pêşî civakê ji hev veqetînin. Ez dibêjime vana dabeşker in, bawer nakin."
Leyla Guven: Min texmîn nekir ku ez ê carek din jî derkevim hemberî we
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Leyla Guven di mîtîngê de axivî û wiha got:
"Em bê berxwedan nikarin bijîn, ji bo dagirkeriya Başûrê Kurdistanê bisekine, ji bo di Rojhilata Navîn de aşitî mayînde be em ê têkoşînê bikin "
"Divê gelê me hemû xebatên xwe ji bo aşitiyê bimeşîne û têbikoşe. Dayikên me ji bo vê pêvajoyê pêşeng bûn, em carek din ji gel û dayikên xwe re spasiyên xwe dikin."
"Dilê me tije ye lê taqeta me nîne. Ez silavên xwe dişînim hevalên me yên ku ji bajarên heremê hatine. Min bawer nedikir ku carek din derkevim hemberî we. Ji ber ku niha li hemberî we me pir bextewar im, ez bi rêzdarî silavên xwe li we dikim."
(EKN/DD/MB)
*Dîlek durgunê ev nûçe wergerandiye
Çavkanî: Ajansa (MA) Mezopotamyayê
Wêne: MA