Fotograf: Filiz Kerestecioglu / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sala 4em a Qanûnçêkirinê ya Serdema 27em a Meclîsa Gelî a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) îro bi merasîmekê destpê kiriye.
Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterên HDPyê li Meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xistine û gotine ku ji ber operasyonên di demên dawiyê de, ew beşdarî merasîmê nabin.
Parlamenteran piştî daxuyaniyê li bexçeyê Meclîsê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
“Operasyon ne hiqûqî lê siyasî ne”
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPyê di civînê de axiviye û gotiye: “Servet Tûrgûtê li Wanê rastî îşkenceya bi helîkopterê hat duh can da. Ez wan kesên îşkenceya dijmirovahî kirine, berpirsiyaran û yên wan diparêzin şermezar dikim. Helbet wê nikaribin ser vê êşkenceyê biniximînin. Ji bo kujer û berpirsiyar werin darizandin çi ji destê me were em ê bikin.”
“Em di roja 7an a operasyona qirkirina siyasî ya li dijî partiya me de ne. Hevalên me ev hefteyeke bi awayekî neheq û dijhûqûqî û bi kêfî di bin îşkenceyê de tên girtin.
“Me bi operasyonê dest bi vê sibehê kir. Hevşaredara me ya Qersê Şevîn Alaca û endamên meclîsê yên bajêr û yên şaredariyê, hevserokê me yê bajêr Cengîz Anli û rêvebêrên me yên bajêr li gel rojnamegerekê hatine desteserkirin. Opersyonên li dijî partiya me didomin. Em carek din destnîşan dikin ku ev operasyon ne hiqûqî lê siyasî ne. Ev operasyon li gorî daxwaza ajanda siyasî ya desthilatdariya AKP-MHPyê pêk tên. Ev operasyon dewama operasyona 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016an a li dijî hevserokên me û paralementerên me û dewama operasyonên darbeya qeyûman e k udi 19ê Çiriya Paşiyê ya 2019an de îradeya gelê me tune hesibandinû. Em bi van oprasyonên qirkirinê re rûbirû ne. Her ku desthilatdarî winda dike, êrişên xwe hin bêtir zêde dike. Di hedefa wê ya ewil de jî HDP heye. Dixwazin rêxisinbûna me û têkoşîna me tasfiye bikin. Plana têkbirina demokrasiyê disepînin. Hûn nikarin li ber bilindbûn, mezinbûn û herikîna HDPê bisekinin.”
Sancar: Em ê mafê xwe li her derê bikar bînin
Piştî Bûldan, Mîthat Sancar axiviye û operasyona li dijî partiya xwe wek “operasyona darbeya siyasî” nirxandiye: “Em partiya sêyemîn a Meclîsê ne. Em ê mafê xwe yê muxalefetê di her platformê de bikar bînin. Me îro biryar girt ku em ê beşdarî merasîma vekirina Meclîsê nebin. Ev ne helwestek li dijî Meclîsê ye. Meclîs yek ji platforma herî girîng a siyaseta demokratîk e. Li dijî ewqas neheqî, bêhiqûqî û zilmê ne li Desteya Giştî ya Meclîsê, li baxçeyê Meclîsê me xwest em ji gelên xwe ragihînin û me vê wek rêbazek guncav dît. Em ê li baxçeyê Meclîsê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Heta ku Desteya Giştî ya Meclîsê bidome em ê di çalakiya rûniştinê de bin.” (AS/FD)