Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Herdu hevserokên Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Pervin Buldan û Sezai Temellîyî ji bo aktîvîstê kurd, Ramin Huseyîn Panahî neyê kuştin nameyek şandiye Balyozxaneya Îranê ya li Tirkiyeyê.
HDPyê diyar kir:
“Bi agahiya ku diyar dike Huseyin Penahî dê 4ê Îlonê bê kuştin em zêdetir xistine di fikarê de.”
Penahîyî bi vîdeoyekê diyar kiribû ku ew aktîvîstekê sivîl e.
Walîtîya Stenbolê çalakiyên ji bo Penahîyî qedexe kiribû
Polîsan çalakiyên li hemberî biryara darvekirina Ramîn Huseyin Penahiyî yên li ber konsolxane û balyozxaneyên Îranê asteng kiriye.
Malbata Penahiyî aşkere kiriye ku dibe roja pêncşemê kurê wan bê dar ve kirin. Dadgeha Îranê bi tohmeta ku “li dijî Xwedê derketiye” û “endamê rêxistina terorê ya çekdarî ye” cezayê darvekirinê daye Penahiyî.
Li gorî daneyên Rêxistina Efûyê, sala 2017ê li Îranê 507 hes hatine darvekirin.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêveberên rêxistina Enqereyê yên heman partiyê, îro xwestine li Enqereyê li ber avahiya nûnertiya Îranê çalakiyekê çê bikin. Lê polîsan destûr nedaye wan. Li Stenbolê jî kesên ku xwestine li ber avahiya Balyozxaneya Îranê kom bibin, hatine astengkirin. Polîsan sê kes desteser kirine.
Kerestecîoglû: Êrîş, erêkirina darvekirinê ye
Parlamenterên HDPyê li ber avahiya nûnertiya Îranê ya li Enqereyê bertek nîşanî astengkirina polîsan dane û li ber xwe dane. Li vir polîsan mudaxeleya laşî û devkî li parlamenteran kiriye. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, kom piştî mudaxeleya polîsan hatiye ber avahiya Navenda Giştî ya HDPyê.
Fîlîz Kerestecîoglû, parlamentera HDPyê ya Enqereyê li vir daxuyaniyek daye:
“Weke ku hûn dibînin, faşîzm, çewisandan hatiye erêkirin. Ev di heman demê de erêkirina darvekirinê ye. Em nizanin ew û Îranê di nava çi bazarê de ne, çi dikin, lê em dixwazin pêşî li darvekirina Penahiyî bigirin.”
Penahiyî mesaj par ve kiriye: Ez aktivîstekî sivîl im
Aktivîstê kurd Penahiyî bi rêya vîdeoyeke ji girtîgehê mesajek şandiye. Penahiyî di vîdeoyê de spasiyên xwe ji bo kesên li dijî biryara darvekirina wî derdikevin pêşkêş dike:
“Silav û rêz. Ez Ramîn Huseyin Penahî me. Ez li zindana Recayişîrê tême girtin. Ez spasiyên xwe ji bo hemû kesên piştgiriya min dikin, ji bo gelê xwe pêşkêş dikim. Ez aktivîstekî wiha me ku alîgirê azadiya gelê Kurdistanê ye. Ji ber piştevaniyê ez spasiyên xwe pêşkêşî gelê Kurdistanê jî û gelê Îranê jî dikim. Ev piştevanî bin bextewer dike. Ez careke din tohmetên li ser xwe tekzîb dikim. Ez ne terorîst im. Aktivîstekî sivîl im. Ez ji bo azadiya gelê Îranê, bi taybetî jî ji bo azadiya Kurdistaniyan têdikoşim. Ez çavê hemû kesan maç dikim.”
Çi bûbû?
“Ramî Huseyîn Penahî cara pêşiyê 23yê Hezîrana 2017ê hatiye girtin. Piştî ku hatiye girtin çar mehan ti agahî jê nehatiye wergirtin. Li gorî zanyariyên ku Penahî bi xwe daye di van çar mehan û du mehên piştî wê yên di bin tecrîtê de rayedarên Wezareta Istixbaratê û yên Parazvanên Şoreşê gelek caran îşkence lê kirine.
“Dîsa rayedaran destûra dermankirina Penahî nedane ku dema hatiye girtin birîndar bûye.” (AS/MB)