Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wêne: Tansu Pişkin / bianet
Namzetên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo beşdarbûna mîtînga roja aştîyê bangî welatiyan kirin. 1ê Îlonê Roja Aştîyê a Cîhanê ye. Mîtînga HDPyê 2yê Îlonê li Qada Aştîyê a Bakirkoyê ye. Namzetan li kolana Îstîklalê teblîx belav kirin.
Namzetên HDPyê piştî civîna çapemenîyê a li avahîya Bajarê Stenbolê kirin derketin kolana Îstîklalê. Li kolanê broşûrên ku li serê “Em ê tu caran dev aştî, azadî û demokrasîyê bernedin” dinivîse belav kirin û ji bo beşdarbûna mîtîngê bangî milet kirin.
Murat Çepnî di civîna çapemenîyê de berdevkîya partîyê kir.
Di civînê de hat gotin ku Walîtîya Stenbolê destûr daye mîtînga ku dê 2yê Îlonê di saet 15:00an de li Qada Aştîyê a Bakirkoyê bê kirin.
Hin xalên daxuyanîya Murat Çepnî xwendî wiha ne:
“Ji rexekî ve hilweşîneke mezin tê kirin ji rexekî ve jî ev sîyaseta şerî bi nîjadperestî û neteweparêzîyê tên nuxmandin. Mînaka herî mezin rojhilata navîn e jixwe. Tirkiye, Sûriye û Filistîn edî bûne caxrafyaya êş û kulan.
“Dîsa jî miletên me li hemberî vê yekê bi bedel û fedekarîyeke mezin têdikoşin.”
“Hemû azadîhez vexwendîyên me ne”
“Em ê jî bi wesîleya 1ê Îlonê Roja Aştîyê bibin deng û rengê vê têkoşînê. Em bangî hemû aştîhezan dikin ku beşdarî vê mîtînê bibin li hemberî kesên sîyaseta xwe kirine zilm û îstîsmar.
(TP/VU/MB)
*Wêne: Tansu Pişkin / bianet
**Vahdet Uçarê ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye zimanê kurdî