Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) ya Dîlokê Sevda Karacayê ragihandiye ku Gultan Kişanak dema ji Girrtîgehê birine merasîma cezaneyê xwişka wê ya li Elezîzê û di dema anînê de îşkence lê hatiye kirin.
Kişanak di 9ê Tebaxê de ji bo beşdarî merasîma xwişka xwe ya bi navê Zeynep Ozerê bibe ji girtîgehê biribûn Elezîzê.
Sevda Karacayê diyar kiriye ku ew duh çûye Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa Fyê ya Kandirayê û serdana Gultan Kişanak, Hevseroka berê ya HDPyê Fîgen Yuksekdag û Nûrhayat Altûnê kiriye.
Karacayê li ser hesabê xwe yê Xê nivîsiye û gotiye; “Hîna xwişka wê nû binax kiribûn Kişanak bi lez û bez birin û ji wê heye ku dê wê ji Balafirxaneya Elezîzê bibin Stenbolê û paşê jî Kandirayê lê bêyî ku ji wê re bibêjin, ew birine Girtîgeha Elezîzê. Dema wê sedema vî tiştî pirsiye, jê re gotine, ‘Ji bo cenazeye 4 saet destûr dane, dem qediyaye, ji ber wê hûnê biçin girtîgehê’.”
“Li cihekî mîna embarê ew hiştine”
Sevda Karacayê destnîşan kiriye ku ne dermanên wê ne jî ji bo şevê kelûpelên wê ne li cem Kişanakê bûne û bi wî halê wê yê çûye cenazeyi ew birine girtîgehê. “Dema xwestiye li Girtîgeha Elezîzê bi hevalên xwe re bimîne, ew xistine cihekî mîna embarê û ew neçar hiştine li cihekî gelekî gemarî wê şevê bimîne.”
Li gorî ragihandina Sevda Karacayê, piştî destûr dane Kişanakê ku malbata xwe agahdar bike parêzer çûne girtîgehê lê ji wan re gotine ‘Kişanak hikumxwar e, nabe di nava nîvroyê de serdana hikumxwaran bê kirin’ û saet û nîvê nehiştine biçin Kişanakê bivînin: “Lê Kişanak ne hikumxwar e, bi temamî 7 sal in bi rengekî bêdadmendî, bêhiqûqî û neheq tê girtin. Gulten Xanê got ku hîna hevdîtina wê û ya parêzeran û destpê kir û cenderme hatine ew birine, dema ew bi rê ketiye torbeyek xwarinê xistine deste wê û bi zorê xwestine kaxizekê pê bidin îmzekirin ku li ser wê ‘şîv dane wê’ nivisîne.
7 saetan di wesayita rîngê de rêwîtî kiriye
“Dîsa li gorî wê divê wê bibin Balafirxaneya Elezîzê lê ji wî kîsê nanî wê pê derxistiye ku wê dibin Sêwasê. Sedema birina wê ya Sêwasê ‘nebûna balafiran e’! Beriya rêwîtiyê hemû heqê rê hatiye dayîn lê ev rêwîtî bûye mîna îşkenceyê. Heta Sêwasê 7 saettan di wesayita rîngê de rêwîtiyeke zehmet pê dane kirin û saet nêzîkî 03.00ê şeve Gultan Xan gihîştiye Girtîgeha Kandirayê.”
Sevda Karacayê bang li Wezareta Dadê kiriye ku daxuyaniyekê bide.
HDP: Nîşana tolhildanê ye
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye:
“Digel ku heqê rêya wê hatiye dayîn, destûr nedane bi rêya asmanî ew vegere û di wesayita rîngê de bi saeta neçarî rêwîtiyê kirine. Ev kiryara kul i Kişanakê kirine, nîşana vekirî ya hesta kîndarî û tolhildanê ya li têkoşîna gele kurd e.” (NT/FD)