Omer Faruk Gergerlioglû, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê ji bo parêzer Aytaç Unsalê 212 roj in rojiya mirinê digire, bang li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê kiriye. Gergerlîoglû xwestiye ku Meclîs demildest bicive û gavan bavêje.
Gergerlîgolûyî derbarê mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û tê de wiha gotiye: “Parêzer Ebrû Tîmtîk di roja 238emîn çalakiya rojiya mirinê de can da. Parêzer Aytaç Unsal ê 212 roj in rojiya mirinê digire, her ku diçe rewşa wî giran dibe. Digel ku raporên wan ên ‘nikarin di girtîgehê de bimîn in’ hebûn jî serbest nehatin berdan. Piştî raporên ji bo wan hatin dayîn, parêzer sewqî nexweşxanê hatin kirin û li nexweşxanê hatin girtin. Digel hemû îtîrazên raya giştî jî, desthilatdariyê guh neda gotin û daxwazan.”
Di dewama daxuyaniyê de ev Gergerlîoglûyî wiha gotiye: “Divê Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan, di vê mijarê de, ji aliyê mafê mirovan ve li bûyerê mêze bike û helwesta xwe diyar bike. Di serî de Serokê Komîsyonê Hakan Çavûşoglû û ti endam nikarin ji vê berpirsiyartiyê birevin. Divê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê di vê çarçoveyê de bicive û biryareke erênî bide.” (FD)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya