Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wekîla Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş-Beştaş û Endama Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan Fatma Kûrtûlanê, ji bo Aysel Tûglûkê serî li Saziya Pişkîneriya Dewletê daye.
Parlamenteran di daxwaznameya xwe de behsa nexweşiya Tûglûkê kirine û gotine ku hiştina wê ya li girtîgehê dibe sedema binpêkirina mafan û dibe zerarên ku telafiyên wan çênebin derkevin holê. Ji ber vê rewşê jî daxwaz kirine ku şert û merc ji bo tehliyekirina Tûglûkê werin peydakirin.
- Ji bo Aysel Tûglûk tehliye bibe, beriya niha serî li Dadgeha Destûrî, Lijneya Bilind a Saziya Tiba Edlî û Serdozgeriya Komarî ya Kocaeliyê dane, lê heta niha ti encam ji van serlêdanan derneketine.
Parlamenteran di daxwaznameyê de diyar kirine ku Aysel Tûglûk ji ber nexweşiya demansê, bi tena serê xwe nikare li girtîgehê bimîne û gelek saziyan jî raporên bi vî rengî amade kirine.
Her weha hatiye diyarkirin ku asta jibîrkirinê ya Aysel Tûglûkê mafê wê yê jiyanê ji holê radike.
Çi bûbû?
Aysel Tûglûk di 29ê Kanûna Pêşiyê ya 2016an de dema Alîkara Hevserokê Giştî yê HDPyê bû tevlî 7 siyasetmedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû girtin.
Îdianame ji bo wê hatibû amadekirin ku tê de daxuyaniyên wê yên dabû çapemeniyê û beşdarbûna wê ya li cenazeyan ên di dema ku Hevseroka KCDyê bû, weke delîl hatibûn nîşandan.
17em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 16ê Adara 2018an de 8 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû. Dadgehê li gorî Qanûna Dijterorê ya hejmar 3713ê cezayê wê bi qasî dua qatan zêde kiribû û ew bi 12 salan ceza kiribû. Her weha li gorî heman biryarê ji 6an 1ê cezayê wê kêm kiribû û di encamê de 10 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû.
Parêzerên Tûglûkê serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê dabûn lê dadgehê daxwaza wan qebûl nekiribû. Parêzeran dosye şandibû Dadgeha Bilind.
Derbarê Aysel Tûglûkê de?
Endama Lijneya Rêveber a Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî û ya Komeleya Mafên Mirovan bû. Yek ji avakarên Komeleya Jinên Welatperwer e.
Endama Avakar a Partiya Civaka Demokratîk (DTP) e û bûye Hevseroka Giştî ya heman partiyê. Di serdama 23yem de (22.07.2007-31.12.2009) weke parlamentera Amedê hatiye hilbijartin. Di navbera salên 2011 û 2015ê jî ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weke parlamentera Wanê hatiye hilbijartin. Di heman partiyê de Alîkara Hevserokên Giştî bû ku ji Mafên Mirovan û Hiqûqê berpirsiyar bû. (AS/FD)