Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Oya Ersoy, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryara astengkirina 141 nûçeyên bianetê û raporên me yên tundkariya mêran, xistiye rojeva Meclîsê.
Ersoyê biryara astengkirina raporên me yên tundkariyê ji Abdulhamît Gul, Wezîrê Dadê, Derya Yanik, Wezîra Malbatan û Xizmetguzariya Civakî û Fûat Oktay, Alîkarê Serokomarî pirsiye.
Bixwîne - 141 nûçeyên bianetê asteng kirine
Ersoyê gotiye: “Tomarkirina daneyên tundkariya li jinan li hêlekê, nûçeyên malperên nûçeyan ên ku van daneyan kom dikin, bi daxwaza Şîrketên Dabînkirinê yên Yekîtiya Ragihaniyê dixwazin rakin. Lêkolîner û parlamenter raporên tundkariya mêran ên li bianetê tên weşandin weke çavkanî tên bikaranîn. Li gorî ku Evrim Kepenekê di bianetê de nivîsandiye, Şîrketên Dabînkirinê yên Yekîtiya Ragihaniyê raporên hin mehan û salan ên bianetê, weke mînak ya Çiriya Pêşiyê ya 2013an, asteng kirine.”
Ersoyê hin pirs arasteyê her sê wezîran kiriye û ji wan pirsiye bê ka ew daneyên tundkariya mêran tomar dikin an na. (EMK/FD)