Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
HDPyê giliyê wî dozgerî li bal Lijneya Dozger û Dadwgeran (HSK) kiriye ku şopandina hesabên HDPyiyan li ser medyaya civakî, “delîlê sûcî” nîşan dabû û îdianame amade kiribû. HDPyê bi heman armancê giliyê wan dadweran jî kiriye ku îdianameya hatiye amadekirin, qebûl kirine.
Dozger Mehmet Tahîr Avcibaşi, ji ber ku hesabên Twitterê ên Hevserokên berê ên HDPyê Figen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, parlamenterên berê yên HDPyê Idrîs Baluken, Ferhat Encu, Faysal Sariyildiz û Parlamentera HDPyê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaşê şopandine, îdianame ji bo 5 xwendekarên Zanîngeha Amasyayê amade kiribû.
Ji Dadgeha Cezayê Giran a Amasyayê dadweran jî ev îdianame qebûl kiribûn û doz li xwendekaran vekiribûn.
Meral Daniş Beştaşê jî bi rêya parêzerê xwe giliyê dozger Avcibaşî û dadweran li bal HSKyê kiriye.
Di daxwaznameya gilîkirinê de hatiye gotin ku “dozger bi amadekirina îdianameyê û dadwer jî bi qebûlkirina îdianameyê re li gorî Xala 257e ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) wezîfeya xwe di bi zanebûn di rêya nebaş de bikar anîne, li gorî Xala 216/1yê ya TCKyê dijmahî û kînê di nava gel de çêdike û wan biçûk xistine, li gorî Xala 301/1ê ya TCKyê gelê tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, saziyên dewletê biçûk xistine û li gorî Xala 77/1-dyê ya TCKyê jî li hemberî mirovahiyê sûc kirine.”
Beştaş her weha li xwendekaran geriya ye û piştevaniya wan kiriye. (AS/FD)