Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertanê pêşniyaznameyek pêşkêşî Meclîsê kiriye. Di vê pêşniyaznameyê de Ertanê ji Wezîrê Navxweyî hin pirs kirine ku derbarê “Fermannameya Wezareta Navxweyî de ye”.
Wezareta Navxweyî demeke berê fermannameyek belav kiribû. Li gorî vê fermannameyê, li bajarên herêmên Rojhilat, Başûrê Rojhilat û Behra Reş “piştî zomî zivistanê vegerin gundan, divê destûr neyê dayîn ku li zozanan xwarin û vexwarinê li malên vala bihêlin.”
Ev fermanname di malpera fermî ya wezaretê de jî hatibû belavkirin. Di fermannameyê hatibû xwestin ku kirîna tiştên xwarinê yên bi komî yên weke rûn, şekir, konserve, helawî, rîçal bên şopandin, di vî warî de giraniyê bidin karê istixbaratê, lêpirsîn li ser wan kesan bê kirin ku ev tişt di wesayîta wan de hebin.
Fermanname ji bo Fermandariya Giştî ya Cendermeyan, Midûriyeta Giştî ya Emniyetê û walîtiya 32 bajar hatibû şandin ku ew bajar ev in: Semsûr, Agirî, Ardahan, Êlih, Baybûrt, Çewlik, Bedlîs, Amed, Elezîz, Erzîncan, Erzerom, Dîlok, Gîresûn, Gumuşhane, Colemêrg, Hatay, Îdir, Mereş, Qers, Kilîs, Malatya, Mêrdîn, Mûş, Ordû, Osmaniye, Rîze, Sêrt, Riha, Şirnex, Trabzon, Dêrsim û Wan.
“Kesên qûtê zêde li ba wan hebin wê çi bibe ji wan?”
Bedîa Ozgokçe Ertan, Parlamentera HDPyê ji bo ku Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî bersiva wan bide, çend pirs pêşkêş kiriye.
Ertanê di pirsên xwe de pirsiye ku “wê hêzên asayişê kirîna bi komî ya qûtan asteng bikin an na”, “Ji bo welatiyek di kontrola rê ya hêzên asayişê de bêpirsgirêk derbas bibe, divê çend kîlo qûtî bi xwe re hilgire? Kî vî pîvanî diyar dike?” û “Heke kesên qûtê zêde li ba wan derkevin, wê çi bibe ji wan?”. (AS/FD)
* Foto: Walîtiya Trabzonê